logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”

Bêjar (discourse), ne tenê derbiranek e. Jê wêdetir, “di çarçoveya armancê de, navgînek e.”* Ev navgînî, bi taybetî di b

  • Dîrok: 23/02/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Bêjar (discourse), ne tenê derbiranek e. Jê wêdetir, “di çarçoveya armancê de, navgînek e.”* Ev navgînî, bi taybetî di biwara nimandinê de xwe dide der û di avakirina îqtîdareke kolonyal û di demajoya hilberîn û pêkanîna wê de dibe navgîna sereke. Îcar ji bo ku îqtîdara ketî behsê, karibe xwe û nimandina xwe temam bike, jê re dîkeyek (other) pêwîst e. Loma jî, bêjar, di vê qonaxê de, ne tenê derbiranek e ku bi rêya zimên tê bikaranîn. Ji ber ku di qonaxa destpêkî de, îqtîdara kolonyal bi xwe ne bawer e; “ji bo ku xwe heyî bike û xwe wekî pêkhateyeke temam û pêşverû nîşan bide, hewcetî bi afirandina dîkeyekê dibîne û xwe di ser wê dîkeyê re pênase dike.”** Û bêjar jî di vê qonaxê de bi rol û rengekî ‘neynika Lacanî’ radibe. Li gorî Lacan; “Kirde, di çaxa pitikiya xwe de, gava li neynikê dinêre, teyîsîna xwe ya di neynikê de wekî kirdeyeke biyan fam dike û xuyanga xwe ya di neynikê de wekî “dîkeyekê” saz dike.”***         

Îcar, li hêleke din, em dizanin ku hemû bêjar di ser ziman re tên afirandin. Û awayê bikaranîn û watedarkirina peyvan, jêfamkirinê jî bi xwe re tîne û kirdeya ku ji neynikê diteyîse, bi temamî dibe tişteya ku li ber neynikê disekine. Yanî, endamê îqtîdara kolonyal ku li ber neynikê disekine, kirde ye û teyîsîna, wî yê di neynikê de – dîkeya hatî afirandin – ew tişte ye ku wî dike kirde.

Digel vê yekê, her desthilata kolonyal, berî ku bêjara xwe bi lêv bike, rengê wê diyar bike; sedemekê, palderekê jê re diafirîne û bi giştî navê vê palderê jî ‘şarezabûn û pêşketîbûna’ wê ye. Wekî mînak; welatên ku li Efrîkayê îqtîdarên xwe ên kolonyal danîne, pêşî bêjara ‘reşik (negro/négre)’, afirandine, wateya paşdemayî û hov lê bar kirine û li beranberî wê jî bêjara ‘spî-white’, ya bi wateya şareza, danîne. Yanî, teyîsîna spî a di neynikê de, reş e. Yanî ‘reşik’ dîkeya spî ye.

Herçî alîyê me kurdan e, kolonyalîstên me jî bêjarên ku rengê kirasê îqtîdara wan diyar dike, afirandine. Tirkan ji bo me kurdan, bêjara ‘Kuyruklu Kurt’**** afirandiye ku li ser ramana kolonyal, heyîna ‘hov û ajalî’ dinimîne. Pê re jî, wekî ‘teyisîna ji neynikê’, li beranberî wê, ‘Tirkê xurt û şareza-medenî’ afirandine û destihalta xwe ya heyî di ser vê re danîne. Yanî, ‘Kuyruklu Kurt’ dîke ye ku di neynikê de xuya dike û bi saya xuyanga wî ‘Tirkê xurt û medenî’ heyî dibe.

Digel vê jî, di ziman û wêjeya Efrîkayî de, şa’îr û ramanwer, Aimé Césaire, ji bo têkşikandina bandor û wateya bêjara ‘reşik (négre)’ ku ji bo kêmxistinê hatiye bikaranîn, wekî helwêsteke dijkolonyal, di helbesteke xwe de bêjara ‘Négritude’ afirandiye; û peyv û bêjara négritude bi wateya ‘bixweşanazbûn’ê bi kar aniye.*****

Herçî wêjeya kurdî ye, çendî ku di helbestan de, hin gotinên dijkolonyal hebin jî, em nikarin bêjin peyv û bêjarek heye ku bi wate û naverokeke kartêker derketiye pêş, bandoreke xurt kiriye û têkşikandinek pêk aniye. Lê belê, di qada polîtîk de, ev yek pêk hatiye û piştî salên heştêyî bêjara ‘berxwedan’ hatiye afirandin. Vê bêjarê, bi demê re û li gorî bikaranîna war û qadên cihê cihê, wateyên dîtir jî li xwe bar kiriye. Yanî, bêjara ‘berxwedan’ êdî ne tenê ‘xwelêragirtin, tirûşkirin, li bersekinîne’ e. Lê çi ye?

Helbet heyîbûn e. Heyîbûnek e ku; gava naverok û pratîka wateyê pêk tîne, serê pêşîn heyîniya xwe bi xwe dide hisandin û peyitandin, pê re jî, bi vê heyîniya xwe dibe kirdeyek; kirdeyek wisa ku êdî ji neynikê nateyîse, bi saya neynikê û di nava neynikê de heyî nabe û ne dijxuyanga kirdeya li ber neynikê sekinandî ye. Yanî ew êdî ne dîke ye. Ew, heyîn bi xwe ye. Hem berpêbûnên ku ji bo wê/î tê kirin têk dişikîne hem jî di sekna xwe ya ji bo xwe de, tim û tim xwe veava dike. Her cara ku xwe veava dike, ‘kuyruk’ (Dûv/qemçik) a ku pê ve hatiye danîn bêwate dike û ‘Kurt’ (Kurd) watedartir dike. Bi vê re jî, kirdeya kolonyal ku xwe li gorî teyîsîna xwe ya di neynikê de heyî û ava dikir, dikeve nav gerînek û pirsyarkirina hebûniya xwe ya ku bi awayekî sûnî û xilt hatiye avakirin.

Ev gerîneka ku kirdeya kolonyal dikeviyê, rewşeke boranî ye; her kêliya ku heyîbûn bi naverok û pratîka ‘berxwedan’ê xurtir dibe, neynik dişikê, kirdetiya kirdeya kolonyal pûç dibe; û dirize. Û di vê qonaxê de, bêjara kolonyal jî ji hev tîştîşî dibe û hew dikare ‘ego’ya heyîbûna kirdeya kolonyal têr bike. Û ev têrnebûn kirdeya kolonyal vediguherîne rewşa ‘hûtê xure’ ku ji birçîbûnê zêdetir li ser têrnebûnê ava ye; û êdî ‘hov’ ew e ku li ser dozîna birçîbûnê –an jî têrnebûnê- heye.

Loma jî, ‘berxwedan’, xurtirîn ‘dijbêjara neynikşikên’ a antîkolonyal e ku li hemberî bêjara kolonyal a ‘Kuyruklu Kurt’ hatiye danîn û bi wateya Spivak diyar kirî de bûye deng û peyivîna cêwelekan (subaltern, madun); cêwelekên ku kan û hîma hebûniya wan hatiye neyînkirin û înkarkirin.

*Faucault, M. Soylemin Duzeni, Hil Yayin, 24

**Edward, S., Şarkiyatçilik, Metis Yay, 64

*** (J. Lacan, Psikanalizin Dort Temel Kavrami, Metis Yay, 96)

****Kuyruklu Kurt: Kurdê bi dûv (qemçik).

*****Césaire Aimé, Somurgecilik Uzerine Soylev, Dogu Kutuphanesi, 39-40

Têbinî: Peyva ‘cêwelek’, diyariya Osman Sebrî ye ji bo ferhenga min û ez ê ji niha û pê ve vê peyvê bi wateya ‘subaltern-madun’ de bi kar bînim.

23.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Ji bo şaş neyê fêmkirin têbiniya Diyarnameyê: Di orjînala vê nivîsê de sernav "Kuyruklu Kürt" bû, ji ber ku em tîpên bi tirkî bikar naynin ji mecbûrî me ew "Kürt" a tirkî wekî "Kurt" bikar anî. 


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Hewlêrê yekem pirtûkxaneya kurmancî bi tîpên latînî hat vekirin

ad

Dewlet bajarbûna Şirnex û Culemêrgê betal dike!

ad

Serketiyên MTV xelatên xwe girtin

ad

2020: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin

ad

Vaye lîsteya berendamên şaredariyan a HDP'ê

ad

Angelopoulos, mij û kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname