Diyarname
Belgefîlmê derhêner Veysi Altay ê bi navê "Bîr" li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya La Pazê, belgefîlmê "Nû Jîn" jî li Festîvala Fîlman a Atlantîkê xelata belgefîlmê herî serketî girt.
Derhêner Veysi Altay piştî "Faîlî Dewlet" (2011), "Berfo Ana" (2013) bi navê "Nû Jîn" (sala 2015) û piştê wê jî bi navê "Bîr" belgefîlmekî kişandibû. "Nûjîn" li hin deran hatibûn nîşandayîn, lê "Bîr" hê kêm cihan hatiye nîşandayîn ji ber ku nûtir e. Niha her du belgefîlm beşdarî festîvalan bûn.
Li Kerborana Mêrdînê di sala 1995'an de 7 kes hatin binçavkirin û hatin windakirin. Belgefîlmê Altay "Bîr" qala çîroka wan dike. Ew ji ber ku avêtibûn bîrê navê "Bîr" li belgefîlm hatiye kirin. Belgefîlm vê mehê di navbera 5-8'ê mehê de li Festîvala La Paz a ku li Bolîvyayê ye li dar ket hat nîşandayîn û hat xelatkirin.
Belgefîlmê Altay ê din "Nûjîn" jî li ser jiyana sê jinên li Kobanî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin e. "Nû Jîn" li Festîvala Fîlman a Atlantîkê xelat girt. Her wiha Nû Jîn li Festîvala Fîlman a Babelê ku li Îtalyayê li dar ket jî bi ser ketibû û xelat girtibû. Di Festîvala Fîlman a Lakecity ya li Hindistanê de jî bi Xelata Derhênerê Herî Serketî û Çîroka Herî Serketî hatibû xelat kirin.


