Diyarname
Bi temamî 104 şaredariyên DBP'ê hebûn û heta niha bi kayyûman dest danîbûn ser 96 şaredariyan niha yeka din jî li wan zêde kirin: Şaredariya Komur a Semsûrê.
Şaredariya Komurê girêdayî navenda Semsûrê ye. Ev şaredarî di destê DBP'ê de bû. Vê mehê di pevçûnek de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê yekê Şaredarê Komurê yê DBP'yî Huseyin Yuka hat binçavkirin û 20'ê mehê jî hatibû tewqîfkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danî ser şaredariyê û Cîgirê Waliyê Semsûrê Adem Kaya wekî kayyum peywirdar kir.
Bi vê yekê re bû 97 şaredarî ku wezaret bi kayyûman dest datîne ser wan.