DÎLAN ŞEVAL - DUHOK
Li Başûrê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentê re li gel kampanya hilbijartinê dek û dolab jî zêde dibin. Hat ragihandin, Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) ji bo ji kampa penaberan a Misorekê bi zorê dengan bistîne nasnameyeke taybet ji bo hilbijartinê derxistiye û li penaberên xwedî mafê hilbijartinê, belav kiriye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, bi van nasnameyên hatine belavkirin re her weha cihê ku hilbijêr lê dengê xwe bikar bîne, yek bi yek hatiye destnîşankirin. Şêniyên kampê bi fikarin ku nikaribin bi vîna xwe ya azad dengê xwe bikar bînin.
Berpirsyarê Komîteya PDK'ê ya Dubanê Bijar Mizorî berî çend rojan li heman kampê civîn li gel şêniyan lidar xistibû û bi heqaretên giran li partiyên siyasî yên Kurd, gef li gel xwarib^.
Mizorî îdîa kiribû, ku ew weke PDK dixwazin dewleteke Kurd ava bikin lê belê Bizotneweyê Îslamî Kurdistan, Yekgirtûye Îslamî Kurdistan, YNK û PÇDK li pêşiya vê asteng e.
'HÛN DEYNDARÊN ME NE, LEWMA DIVÊ HÛN DENGÊ XWE BIDIN ME'
Berpirsyarê Komîteya PDK'ê ya Dubanê Bijar Mizorî yek bi yek tevahiya partiyên siyasî yên Kurd reş kiribû û îdîa kiribû partiya bi tenê ya baş partiya wan e, lewma gel deyndar e dengê xwe bidin PDK'ê. Mizorî dabû xuyakirin ewê karibin bi hêsanî mirovên dengê xwe nedane wan diyar bikin û piştre jî dê şeş mehan wan biavêjin girtîgehê, nasname û kartên wan ên erzaqê ji wan bistînin û wan derxînin pêşberî dadgehê.
ANF