Amed
Ji bo 14’ê Reşemiyê Roja Çîrokê ya Cîhanê li Amedê çîroknûs û çîrokhez li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hatin ba hev. Çîroknûsan çar çîrokên axekê anîn ba hev.
Çalakî di bin sernavê "4 çîrokên axekê" de hate li dar xistin. Axaftina destpêkê ji aliyê helbestvan Arjen Arî ve hate kirin. Arî di destpêka bernameyê de got ku ji serdema çîrokên ku nivîskarên wan nediyar gihîştine serdema çîrokên ku nivîskarên wan diyar. Lê mixabin, li dewsa ku em bikaribin çîrokên dilxweşiyê binivîsin, em mecbûr mane ku zilm û zordariyê binivîsin. Arî anî ziman ku çîrokên çîroknûsan ên axa bidestiyê û rizariyê ne. Arî wiha got: “Em naxwazin çîrokên bi êş û elem, çîrokên zilmê, çîrokên koçberiyê, yên kuştinê qesasdar li ser vê axa pahr bi pahr ji zarokên xwe re bibêjin û wan bi çîrokan bi xew re bibin. Em dixwazin çîrokên bêje bi bêje keskesor, hevok bi hevok qazoqer navê yekê welat, yê yekê azadî, yê yeka din aştî û biratî, yê yekê wekhevî û ligel hev jiyîn, bibêjin, vebêjin û bi zarokên xwe re bêmitale, ji tirs û sawê dûr… serê xwe deynin ser balgihê û têkevin xewê.”
Piştî axaftina Arî, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, daxuyaniya bernameyê ya ji aliyê nivîskar Helîm Yûsiv ve hatiye nivîsandin xwend û bername dest pê kir.
Di bernameya ku nivîskar Mehmet Yilmaz moderatoriya wê dikir de ji başûr-rojavayê Kurdistanê Salih Xazî Salih, ji başûrê Kurdistanê Hekîm Evdila, dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî, Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, nivîskar Muharrem Erbey û Şaredarê Sura Amedê Abdullah Demîrbaş axaftvan bûn. Erbey û Demîrbaş ji ber ku di operasyona 24’ê berfanbarê de hatin girtin û di girtîgeha Amedê de ne, cihên wan ên li ser dikê vala hatibûn hiştin. Demîrbaş û Erbey bi peyamên xwe tevlî bernameyê bûn.
Demîrbaş di peyama xwe de wiha got: “Bêşik, alîkariya çîrokan ji bo pêşketina wêjeyê heye. Lê, li aliyê din çîrok jiyana me ne. Ji ber vê pêşketin û pêşveçûna çîrokê watedar û nirxdar e. Di rewşeke wisa de ku çandeke pûçkirî dibe serdest, xwendin ji holê tê rakirin, girîngiya nivîskaran pirtir derdikeve holê.”
Erbey jî di peyama xwe de ev yek anîn ziman: “Her kes bi qasî lehengê di çîroka xwe de û têkoşîna wî heye, li ser piya ye. Wan çîrokan em kirin em û em li ser piyan hiştin. Klamên dengbêjan, çîrokên çîrokbêjan di çîrokên me de wekî pisepisekê bi me re jiyan; ne westiyan, ranezan, ne mirin…”
Bernameya bi serkêşiya Komeleya Nivîskarên Kurd hatiye lidarxistin, Kurdî-Der, Dîcle-Firat, Egîtim Sen, Kovara W, Nûbihar, Tîroj, Belkî, Lîs, Ava, Ronahî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Surê û Şaredariya Peyasê jî piştgirî dayê.