Diyarname
Bernameya 22'yemîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê hat eşkere kirin. Festîval îsal bi diruşma "Şano carek dikare bê jiyîn" di navbera 17'ê sermawezê û 4'ê berfanbarê de li dar dikeve.
Îsal ji derveyî Tirkiyeyê 12 û ji Tirkiyeyê jî 12 bi giştî 24 komên şano, dans û performansê bi 52 berhemên xwe derdikevin pêşberî şanohezan. Ligel lîstik û performansan xebatên atolye, gotûbêj, nîşandayîna fîlman jî festîval li dar dikeve.
Festîvalê îsal Xelata Rûmetê ya Şanoyê da lîstikvana şano û sînemayê Zeliha Berksoy. Berksoyş di sala 1965'an de li Şanoya Konservatura a Dewletê ya Enqereyê lîsansa xwe ya bilind temam kiriye û di sala 1967’an de di Şanoya Schiller a Şanogeha Dewletê ya Berlînê de wekî asistana rejî dest bi kar kiriye û li li Berliner Ensemble wekî xewnedkara asîstan perwerdehiya xwe domandiye. Lîstikvan Zeliha Berksoy di 42 salên xwe yên şanogerî de di gelek lîstikan de lîstiye, li nav Tirkiyeyê û li derve gelek xelat girtine. Niha jî ji aliyê festîvalê ve bi Xelata Rûmetê hat xelatkirin.
Li 21 cihan lîstik têne lîstin
Li Stenbolê li 21 cihan dê çalakiyên festîvalê bêne li darxistin. Zorlu PSM, Caddebostan Kultur Merkezi, Moda Sahnesi, Salon ÎKSV, DasDas, Oyun Atolyesi, Yunus Emre Kultur Merkezi (Turhan Tuzcu Sahnesi, Müşfik Kenter Sahnesi), MSGSU Bomonti Yerleşkesi, UNIQ Hall, Uskudar Tekel Sahnesi, Duru Tiyatro, Toy İstanbul, Adahan İstanbul û Abud Efendi Konagi cihên ku çalakî dê lê bêne li dar xistin in. Çalakiyên din ên wekî gotûbêj û yên din dê li Yapi Kredi Kultur Sanat, Goethe Institut û Zorlu PSM li dar bikevin.
Lîstikên ji dinyayê
Lîstika Hamlet / Collage ku derhênerê kanadî Robert Lepage derxistiye ser dikê û lîstikvanê rus Evgeny Mironov bi 11 karakterên Hamlet rih daye lîstik dê li Stenbolê bê lîstin.
Yek ji hostayên şanoyê Theodoros Terzopoulos yê yewnan par bi lîstikan xwe "Encore" ku ji sêbareya lîstikan beşa dawî bû bûbû mêvanê şanohezên Stenbolê. Îsal ji sêbareyê her du lîstikên din "Amor" û Alarme" di festîvalê de ne.
Ji nav lîstikên Tirkiyeyê hunermendên navdar weki Haluk Bilginer, Emre Kinay jî di nav de gelek şanoger dê hunera xwe pêşkêş bikin.
Bilêtên lîstikên festîvalê 15'ê vê mehê têne firotin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
http://tiyatro.iksv.org/tr