Diyarname
Karsaz Cem Boyner careke din li ser pirsgirêka kurd axivî. Ji bo çareseriyê vane pêşniyarên Cem Boyner:
Îro di rojnameya Milliyetê de Eylem Turk bi Boyner re hevpeyvîneke kir. Boyner li ser çareserkirina pirsgirêka kurd tiştên balkêş dibêje û pêşniyarên xwe dike.
Cem Boyner li Tirkiyeyê karsazekî navdar e. Ew dema di sala 1989'an de bû Serokê TUSÎAD'ê (Komeleya Karsazên Sanayî yên Tirkiyeyê) hê 34 salî bû û Turguz Ozal li desthilatdariyê bû. Wî rexneyên tûj li karên desthilatdariyê kir. Ew serdema wekî "Kleptokrasî" (rêveberiya dizan) bi nav kir û nîqaşeke mezin dest pê kir. Boyner ê demê li ser pirsgirêka kurd, li ser siyasetê jî gelek axivî. Dema li hemberî TUSÎAD'ê rexne çêbûn û nexwestin ew wisa biaxive, Boyner wisa bersiv dabû: "TUSÎAD ne Komeleya Parêzvanên Çivîkan e."
Piştre wî Tevgera Demokrasiya Nû (Yeni Demokrasi Hareketi) di sala 1994'an de ava kir, lê di siyasetê de bi ser neket, hindik deng girt. Boyner wê deme wisa gotibû: "Li Tirkiyeyê yên ku me bi rê ve dibin 60 sal bûn digotin kurd nîn in. Yên ku 60 sal in dibêjin kurd nîn in, niha li ser pirsgirêka kurd diaxivin. Polîtîkayên li Başûrêrêjhilat têne meşandin şaş in. Ji bo ku em fêm bikin ku şaş in divê bi hezaran birên me yên din bimirin? Ciwanên me yên 20 salî ji ber 70 saliyên me dimirin..."
Karsaz Cem Boyner di vê hevpeyvîna xwe de tiştên balkêş gotine û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine.
Vane ji vê hevpeyvînê hin gotinên Boyner:
- Divê tirk xwe bixin cihê kurdên ku hatine eciqandin, kurd jî xwe bixin cihê tirkên ku haya wan ji meseleyê nîn e. Werin em polîtîkayên dewletê yên çewsîner dûre nîqaş bikin, werin em derewên fermî dûre nîqaş bikin. Dê dema wan jî bê lê niha em li ser xwîna ku duh hatiye rijandin na, li ser xwîna ku divê neyê rijandin bisekinin. Tiştê dikeve ser milê Enqereyê ew ku sedema ku serhildanan derdixe holê ji holê rake...Hem jî hema niha... Peywira desthilatdariyê ew e ku vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyê çareserbike. Gotina "pêşî bila çek rawestin" ne ji dil e. Serdema ku çek rawestiyan jî çêbûn lê gavek nehatin avêtin. Dem ne li ser çekan, divê li ser aştiyê bê sekinîn.
- PKK tenê PKK dixwaze. Serema hebûna wê ne mafên kurdan e. Ew berdewamiya xwe dixwaze. Ji bo Ocalan jî hebe tunebe jî rolawî ye. DTP hate girtin niha dê çi bibe? Ez li ber dikevim. Lê ez nebawerim di xema PKK'ê de be. Bi ser de jî ji ber ku rol ji PKK digirt, li gor PKK'ê bila bê girtin, bila kar bimîne ser çiyê, PKK'ê û bila xwîn birije.
- Ev pevçûn hê di navbera dewlet û kurdan de ye lê divê di cih de dawî lê bê. Pevçûna dewlet û kurdan bêyî ku bibe pevçûna tirk û kurdan, bêyî haveyna biratiya me xira bibe divê bê dawîkirin. Di cih de. Zêde dema me nema. Her wiha qet nema. Bêçaretî û bêhêvîbûn her tiştî bi mirovan dikare bide kirin.
- Gog ji zû de di destê siyasetmedaran e. Bersiva '7 sal in AKP li desthilatdarî ye çima hê nû dest avêt pirsgirêka kurd' bi min re nîn e. Çima dev ji guherîna Zagona Bingehîn berdan? Ez ne bawerim ku biryara pêşîlêvekirina pirsgirêka kurd ji dil be. Lê tekane rêya vê yekê guherandina Zagona Bingehîn a ku astengiyên li pêş mafên mirovan û azadiyan radike, Zagona Bingehîn a demokratîk e.
- Di dawiyê de vê meseleyê emê bi hev re çareser bikin. Tirkan da dest pê kirin, wê tevî tirkan bi dawî bibe. Formul diyar in ne wisa? Ji şewqeyê dê kîvroşk dernekeve. Lêgerina li muxatabê lîstikek din e. Fikir têne girtin, platforma şêwirmendan bê firehkirin, lê berî her tiştî dayîna mafan heye muzareke nîn e. Divê deynên kurdan bê dayîn. Di dema dayîna deynan de divê bazar neyê kirin. Di 86 saliya Komarê de deynên ketine ser hev, deynên hatine xespkirin divê bêne dayîn. Divê deyn bêne dayîn, şaşî bêne rastkirin, ji bo qebhetan lêborîn bê xwestin.
Ji bo vê yekê divê li benda rawestandina çekan bê sekinandin? Çek bêne rawestandin dê hêsantir çareser bibe lê divê ne libenda rawestandina çekan bin.
- Bi salan berê min gotibû ev "pirsgirêka tirk" e. Dewlete din heye ku axa xew 25 salan e dide ber bombeyan, hemwelatiyên xwe dikuje? Bila kuştin bidomin? Ji bo çi berdewama kuştinan? Li çiyan "Çi xweş e mirov bibêje ez tirk im" me nivîsî bi kêrî çi hat? Ji bilî yên ku ne tirk in em wan xemgîn bikin...
- Ji bo çareseriyê ez hema pêşniyaran rêz bikim:
Pêşî guherîna Zagona Bingehîn.
Mafên çandî; TV, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, dersa hilbijêr, dibistan çi dibe bila bibe... Çi hewce dike pêk bîne.
Di cih de efûyê ragihîne. Eniya wê jî tu çiqas bikaribî bila fireh be, netirse!
Gundiyên ku di şer de gundên wan hatine xirakirin, şewitandin tazmînatê bide wan.
Li Başûrêrojhilat aboriyê xurt bike, pere bide, razemeniyê pêk bîne, bi rojava ve girê bide, teşwîqan zêde bike.
Bendava hilbijartinê daxe sedî 5'î.
Ji birî 'tehdîda li hemberî rejima demokratîk' girtina partiya bi sînor bike. Zagona partiyên siyasî biguherîne. Ger muxalefet li hemberî van û li hemberî guherîna zagona bingehin derkeve îstîfa bike, hilbijartina pêşwext li dar bixe.