Diyarname
Nivîskar û weşanger Zeynel Abidîn Han li Berlînê di encama qeyrana dil de wefat kir.
Zeynel Abidîn Han di sala 1961'ê de li Qilçix a Gimgima Mûşê hatiye dinê. Wî li Enqereyê beşa Ziman Dîrok û Erdnîgarî xwendiye û di destpêka salên de 90'î de çûye Almanyayê.
Heta niha wî gelek roman û helbest nivîsandine. Di dema weşangeriyê de ji bo gelek pirtûkan edîtorî kiriye. Ji bilî van, wî gelek pirtûk ji zimanên biyanî wergerandibûn kurdî.