Diyarname
Nûbihar ku her sê mehan carekê dertê niha hejmara xwe ya biharê derxist. Di vê hejmara kovarê de jî gelek nivîsên lêkolînî, çîrok, helbest û hevpeyvîn balê dikişînin. Suleyman Çevîk bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Edalet û azadî ji herkesî re lazim e" rojeva siyasî ya Tirkiyeyê hildaye dest û bi taybetî jî li ser mijara girtina AKP'ê sekiniye.
Nivîseke din a balê dikişîne jî nivîsa Serdar Rûşen e ku bi sernavê "Rewşenbîrên kurd û fêmkirina girîngîya medreseyan" di kovarê de cih digire. Rûşen bi vê nivîsa xwe bersiv daye "qîrîn û hawara" nivîskar Zeynelabîdîn Zinar a der barê girîngiya medreseyan de. Di hejmara 103'an a Nûbiharê de Zinar mijara girîngiya medreseyan hildabû dest û bi boneya ku nivîskarên kurd bi têra xwe li ser girîngiya medreseyan hûr nadin rexne li nivîskaran girtibû. Rûşen di nivîsa xwe de li ser qîrîna Zinar û girîngiya medreseyên kurdan sekiniye û bal kişandiye ser kêmasiya xebatên di vî warî de.
Her wiha di kovarê de Ahmed Akin bi Xwediyê Apecê Ali Çiftçi re hevpeyvîneke kiriye.
Kovar ji nivîsên van nivîskaran pêk tê:
Murad Celalî, Arjen Arî, Abdurrahman Cûdî, Bamed Serdar, Hemze
Can, W. K. Merdimîn, Mela Muhammed Zahidê Melezgirdî, Felat Dilgeş, Seyyid Ahmet Kaya, Sadik Yalsizuçanlar, Bedoyê Kurê Gewrê, M. Êhsan Hêvîdar, Ahmed Akin, Dilkanî, Hatîce Mollakendî, Dilşad Mutî, Bavê Dîyar Batmanî, Lokman Polat, Latif Epozdemir, Ferhad Girêşêran, Hesen Huseyîn Denîz, Xurşîd Rûşen, Rojbîn Ozkan, Bahaeddîn Cibilgravî.
Di dawiya kovarê de jî ferhengoka vê hejmarê hatiye amadekirin.