Diyarname
Lîstika "Zimanê Çiya" ku lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derxistin ser dikê promiyera wê li dar ket. Lîstika ku bi teknîka Şanoya Forumê hate lîstin, temaşevanan diyalogên ku jê hez nekirin derketin ser dikê û ew guhartin. Bi vî awayî temaşevanan şikleke din dan lîstikê.
Lîstika "Zimanê Çiya" ji aliyê nivîskarê navdar ê xwediyê Nobelê Harold Pinter ve hatiye nivîsandin. Pinter piştî gera xwe ya li girtîgeha Amedê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê ev lîstik nivîsandibû.
Lîstika ku bi zimanê "Monutain Language" hatibû nivîsandin û lîstin heta niha li gelek zimanan hatibû wergerandin. Lîstik niha bi kurdî ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê mezin a Amedê ve hate lîstin.
Derhêneriya lîstikê Luciano Iogne kir û deriyê ku temaşevan têre ketin hundir jî wekî geriyê girtîgehê hatibû çêkirin. Her temaşevanê ku ji derî ket hundir, ji bo ku hîs bikin ku hatina girtîgehê mohra ku li ser Zimanê Çiya nivîsî bû li wan dan. Temaşevan bi vê şaşwaziyê li cihê xwe rûniştin, gardiyanên lîstikê jî li nav temaşevanan geriyan û atmosfera girtîgehê bi wan dan hîskirin.
Jokerên lîstikê Kemal Ulusoy û Gûlê Ozalp Ulusoy qala teknîka Şanoya Forûmê kir û diyar kirin ku mafê temaşevanan heye ku mudexeleyê lîstikê bikin. Piştî ku lîstik bi temamî hate lîstin vê carê dekor guhartin û xwestin temaşevan jî mudexeleyê lîstikê bikin. Lîstika ku 15 deqîqe dom kir, bi mudexeleyên temaşevanan saet û nîv dom kir.
Piştî lîstikê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Mustafa Yildiz û Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Şaredariyê Muharrem Cebe kulîlk pêşkêşî lîstikvanan kirin û ew pîroz kirin. Lîstikvan û temaşevan paşê derbasî kokteylê bûn û li wê derê jî li ser lîstikê sohbet kirin.