Diyarname
Bi îdîaya ku buhaya kunciyê zêde bûye, zemê li simîtan jî dikin. Simît ji lîrayek dê derkeve 1,4 lîrayî.
Li gelek bajarên Tirkiyeyê buhayê simîtan cuda cuda ye. Mînak li Stenbol, îzmîr û Bursayê yeka wê bi lîrayek, li Samsûnê bi 50 qiruşî, li Edeneyê 75 qiruş, li Enqereyê jî wisa. Lê firinkarên Stenbolê bi îdîaya kuncî buha bûye, ew jî dixwazin buhaya simîtan derxin yek lîra û 40 qiruşî. Her wiha li Stenbolê nanê 300 gramî bi 75 qiruşî tê firotin.