M. Zahîr Kayan
-1
Şi'r divê heyecanê, kelecanê, coşê, cezbeyê, şewqê, şabûnû, ponijîna mîstîkî, kûrbûneke arifane, heşyarbûneke cansîperane, têkoşîneke şoreşgerane biafirîne... ka ev yek lu ku ye gidî.... divê şi'r di dil de, di ruh de, di derűniyê de, di qudûm de ERDHEJÊ çêbike, ka ev yek li ku ye mîrê min....divê şi'r miriyan sax bike, êşê aş bike...ka ev mu'cizat li ku ye ruhê min... .
-2
zimanê şi'rê di derûniya her şairî de li gor feraset û melekeyên estetîkî ÇÊ dibe û zimanekî takeksî ye, yek e, tek e, cihêreng e û sirf dişibê xwe... ji ber vê yekê ye, li ser ruyê erdê zemîn çiqas şair hebin, divê ewqas jî ji hev cuda şiîr hebin... halbûkî îro ewqas şi'rên ji hev cuda tune ne, gişk dişibin hev...
-3
şi'r serad û bêjinga peyvên zimanê neteweyekê ye...her peyvek di şi'rê de dibe xwedî KESKESOREKE heftrengî...her peyv di şi'rê de qilçekî, kenarekî felsefeyekê, baweriyekê, xweşikiyêkê derdixe pêş, rave dike, dide der, disêwirîne, îfşa dike.... zimanê neteweyekê ji terora eqlekî ji rêzê, ferasetekî vikûvala rizgar dike.... ji ber vê yekê ye, di qatê şairan de ravekiririna rasteqîniyê bi TAYBETMENDIYEKE ESTETÎKÎ pêk tê, zimanê şair û ravrkirinên wî ku di nav çarçoweya kesên ji rêzê be, wey li halê wê şi'rê û wey li halê wê neteweyê....
-4
Netewa kurd peyva "mirinê" di mîtolojiyê de, di destan, efsane, menkibe, biwêj, kilam û sitranê de neqş bi neqş nimandî ye, ka gelo şairên Kurd ev têgih bi çi awayî nimandine hê eyan nîn e, qe nebe li gorî ferasetekî poetîkî, estetîkî.... têgiha "mirinê" têgiheke felsefîk(ontolojîk, nîhlîstîk, psîkolojîk û parapîsîkolojîk e) û estetîk e, têgiheke olî, mîstîkî û hwd e.... di edebiyata dinyayê de jixwe ev têgih numûneyekî bingehï ne, ka gelo Kurd bi çi ferasetekî xwe noqî behra vê peyvê kirî ne, ev yek hê bi zimanê şi'rê bi çarnmedorî nehatiye nimandinê li gorî lêkolînên min.... û wek vê têgihê bi sedan têgihên din jî...
-5
Fikreke ROLATÎF nîn e, da ku kesanmafyayî, pozbilindî, qurrê, pragmatîst, virrek, newêrek li gor hukmê estetîkê nikarin ŞI'RÊ binvîsînin....
-6
Şi'r di serê her şairekî de ku ferasetekî tekane yî takeksî(xweyî/öznel) nebe, şi'rên ku têne nivîsîn wê gişk bişibin hev û wê jê tiştek neyê seh kirinê, fêm kirinê...
-7
Kurd şi'rê jî bo çi dinvîsînin, hê bersiva vê meseleyê nehatiye rave kirinê....
-8
Du hezarî zêdetir remz û hêmayên ku şairek hestîyarî yên xwe pê îfade bike hene, lê ev jî têrê nake... ji hêlekê din ve jî şairên Kurd bi şi'rên xwe ve dixwazin bi awayekî çawa rasteqîniyê bînine zimên... her kes dikare behsa eşqê bike, lê şairek nikare wek herkesî vê têgihê binimîne... min lêkola ye gelek şairên Kurd yên nûjen wek gel, wek kesên ji rêzê qala têgiha eşqê kirine.... êêê çi ferqa wê û gel dimîne... ezê çima ji we re bibêjim ŞAİR...
-9
"Şi'ra kevn a qedîm xwe dayê ceribandinê, heya radeyekê dikare ferastetên batinî, mîstîkî, sûfiyaneyî, meczûbî, cezbeyî, anarşîstî û hwd biteyîsîne... lê ji vê radeyê wêdetir nikare hereket bike, ji ber ku ev şi'r û bingeha ESTETÎKA vê şi'ra çîhanşimûlî zêde teng e.... ji ber vê ye ku berhemên wek Şehname, Heşt Bihişt, Îlahî Komedya, Úlises, Dîvanê Kebîr, Fîhî Mafîh, Fususul Hîkem, TAVA SÎN, Panc Ganj(Pênc Mucevher), Îskendername(Heft Xweşikî), Heft Peyker; Şevka'l Garîb, Şathiyeyên AYNULKUDDAT El Hemedanî, El Hallac û hwd di navbera pexşan û şi'rê de, an jî bi helwesteke şairane, arifane hatine nivîsînê... çarçoweya şi'ra qedîm tu car têra xweîfadrkirina hin muneweran nekirî ye û tê zanîn ku zimanê vê şi'ra dîrokî têra hestîyarî ya însîn nake...ji ber vê ye ku ji bo îro meseleyeke poetîkî ye pirsgirêka şi'rê... ev pirsa hanê ya poetîkî "ŞIÎR ÇÎ YE", wisa bi hisaanî bersiveke wê tune ye....divê şair şi'ra xwe sirf li gorî vê çarçoweya dîrokî neafirî ne, xwe amadeyê şi'reke rezen û dorfireh bike, ew şi'ra ku bi saya şai'rê xwe xwirt bûye, gumrah bû ye...
-10
" ... ezê her tim li ser riyeke meczûbî, le'netî bibezim... ezê tu car bi şi'ra ku di zêhna însanan de rûniştî ye şiîra nenvîsînim... şi'ra min bila neşibe şi'ra dinyayê jî....ka gelo Kurdekî ku ev hezaran sal in bi tu awayî azad nîn in, wê jî bo îroyîn bi çi timtêlî, bi çi şêweyî şiîr binvîsînin....wê bi poetîkayeke çawa şi'rê biafirînin, wê bi estetîkeke çawa dûzan bidine şi'rê.... ne bi pozbilindî dibêjim, lê bi awayekî eşkere gef dixwin, dibarim û dibêjim, şi'ra min şi'ra ku di nav civakê de rûniştîye dikuje... şi'ra ku heya niha xwe daye hîn kirinê zêde teng e, nahêle ruh xwe bighînê felsefeyê, mîstîsîzmê û ew eklên din yên sofîstîke... ji ber vê ye ku şi'ra min şi'rê dikuje... çima?.... ji ber ku şiîra hînkirî, şi'ra ku heya roja îroyîn bi her ezayên xwe ve xwe dayê qebûl kirinê qalibekî klîşeyî ye, ferasetekî standart e.... ev şi'r û zimanê vê şi'ra ku bi tewrekî standart xwe dayê ezberkirinê qerekterên "tengçerçoweyî" çêdike û hemû ruh û derûniyan di wir de hepis dike, nahêle xeynî klîşeyên xwe yên qedîm şêweyên nû ÇÊ bibin, AVA bibin...hin şi'rên Kurdî henin, ku hun siwaxa Kurdî jê bibin wê di binî de Cemal Sureya derkeve, Ahmet Arîf derkeve, Murathan Mûngan derkeve, Îsmet Özel derkeve...
**
Têbihiya Diyarnameyê: Ev tablo yê M. Zahîr Kayan e. Bi însiyatîfa xwe me ji rûpela facebooka wî girt û em diweşînin.
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551