logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî

Ew hê xifşa karezal, hê guleke nûvedayî, hê hêviyeke bê hay, nefeseke jiyanê bû, bi xwezayê re dikeniya. Ew hê bi daxwaz

  • Dîrok: 05/10/2009
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç 

Xopana Xembaşê bişewite wa bi dar e
Gulek xifşinî çilmisî, dayîk hawar e!

Em bêjin: "Wî dayê!.. Wî bavo!... Wî li min!... Wî dinyayê!.." Em kîjan biwêjên şîn û şîwanê ji bo daxistina kewca êşa dil, li pey hev rêz kin? Yan em bi jana dil tenê têkin hawar? Hay hawar!.. Yan jî em bêjin: "Gulekê ji gulistana Kurdistanê pekiya rûçikê asûmanan!"

Carna peyv têr nakin ji bo vegotina êşekê!.. Mirov li baneşan û awazên dil zerandinê digera. Car jî heye, mirov newêre di ser wê êşê re axînekê jî bikişîne, dibe ku dil û kezêvên mirovan vê re bi dînamîtên tîrên êşê biteqe! Ma kê dikane xwe di cihê dayika perçeyên laşê keça xwe di pêşa xwe de civandiye, rabibîhîse? Gelo mirov dikane ji dûr ve wê êşê, wê hest û axîna wêranbûyî wekî tivancekê ji tîra sotinê di dilê stûna giyana xwe de hîs bike? Pirsên wiha jî, giyan ji mirovan distîne.

Ew hê xifşa karezal, hê guleke nûvedayî, hê hêviyeke bê hay, nefeseke jiyanê bû, bi xwezayê re dikeniya. Ew hê bi daxwaza fêrbûna rastiya vê cihana bêbext û xiniz dikesirî! Ew bi pembelûskan re bûbû heval, baz dabû, dereng ketibû! Ew hê birçî bû, dayika wê, dê jê re miqarne çêkira! Dê wê zikek têr bixwara li pey jî, serê xwe daniya ser sîngê dayika dilperitî, hezkirin û mirovbûn binasiya!

Mirovbûn? Ma gelo mirovbûn maye? Yan hîç nebû ku bimîne? Eger heba dê li hember van cinawiriyan peqînekê pêkhatiba! Dê kor jî ba dengê parçebûn û hawara dayika bi jana dil “Wayê wayê! Kêyneka min wayê!” digot, bibihîsta! Kerr jî ba, dê bêhna barût û xwînê bigirta! Pozxitimî jî ba, dê wê êşa wê dayika dilê wê ya wekî gihayê kode pişirî rabibihîsta! Na! Na mirovbûn hîç nebû, wê nebe jî!...

Qîjayîş û hawar a, Vengî yêna
Vengî çîçega wusarî  zerê gan a
Goniya surî zêy  varanî varena
Şîn û şivar e,  mayê berbena


Bêjî û sadîstên wijdan cengîzî, dil faşîst, kar xwînxwarî, wijdan nêm û kêm, nijad cinawirên bi harbûna kronîk wekî qimil û vampîran hêwirîne li bihuşat dilê min, jiyan herimandine, gul û kulîlk çilmisî. Dixebitin rojê jî tarî bikin, bi xirabiyên tariyê re têkevin pêşbaziyê. Ma hiştine ji aştiyê re tu rê? Çawa ku ji bo berjewendiyên qeyrana rojavayî, giyanên xwe bi xinizî, bêbextî bi şêlandina li ser xaka me bitêrînin. Mirov dibê, rabe, biteqe li rûçikên wan, êdî nemaye aram, sebr û dem…

Zarok; ferîştek, gul, destpêkirina jiyaneke nû;. Zarok pêşeroj, hêvî û garantiya netewe û gelen. Zarok stûna bextewarî ya malbatan. Zarok bêgunehî û bikuriya xwezayî, zarok nûvejîn, tezetî û gedeyî, zarok ronahiya çavên mirovahiyê. Meçilmisînin van kulîlkan hey xwînxwarino!
Êrişên li ser zarokan qest û têkbirina tevahiya netewê ye. Tenê yên ku hemû hest û giyana mirovbûnê windakirî, bi nijadperestiyeke kor programkirî, bê resenî û bêjî, yê ji xweşikî, aştî û mirovbûnê ditirsin, bi awayekî xwînxwarên hov êrîşên zarokan dikin. Rastiya kolonyalîstên li ser xaka me di bingehê xwe de hê ji vê şiroveyê jî xirabtir e. Ji rastiyên xwe yên vampîrî, di nava qirêjiya herî kirêt de lewitînê, ditirsin. Jî bêjîtiya xwe ditirsin. Ji laşên xwe yên genîbûyî ditirsin. Tenê tirsonekên wisa ji rastiya cihanê dûr êrîşê zarokan dikin.
Wê axîn û nifirên li pey vê kujêriya hovane dê vê neteweya wekî pîneyên qirêj bi hev ve kirî di nava xwînê de bifetisîne!

Ew xwîna pîroz ya li ser wê xakê reşyayî dê bi mîlyonan kulîlkên nû biafirîne! Hem jî bi stranên kurdî, bi hêviya kurdî, bi dilpakiya Ceylana giyan pak.

capanik51@hotmail.de

***

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Anket betal kirin

ad

Ji bo Manchester City talûkeyeke mezin

ad

DTP ji xebatên meclisê vekişiya

ad

Dawiya vê hefteye çi li ku heye?

ad

Polîsan bi ser avahiya DBP'a Amedê de girtin (hat nûkirin)

ad

Şaredariyan dest bi duzimanî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname