Diyarname
Li bajarên kurdan, şaredariyên di destê BDP'ê de yek bi yek dest bi xebatên du zimanî dikin.
Wan du ziman e
Şaredariya Wanê li nav avahiya xwe hemû tabelayên heyî guhartin û bi du zimanan daliqandin. Gelê ku ji bo karê xwe diçe şaredariyê eleqeyeke mezin nîşanî tabelayên bi kurdî û tirkî da.
Şaredarê Wanê Bekir Kaya got ku karê herî girîng ê saziyên dewletê û şaredariyan ew e ku xizmeteke baş bide gel û ew wekî Şaredariay Wanê vê yekê dikin.
Kaya got ku li Wanê civak du zimanan bikar tîne, di nav kurdî de jî zaravaya kurmancî bikar tîne. Ji ber vê yekê em fikirîn ku bi van zimanan xizmetkirina ji bo gel dê baş e.
Li Cizîrê tabelayên bi duzimanî
Li Cizîrê jî tabelayên bi kurdî hatin daliqandin. Şaredariya Cizîrê ku bi zimanê gel dixwaze xizmeta gel bike, di vê çarçoveyê de tabelayên bi kurdî li avahiyê daliqand.
Wêne: DÎHA