Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji bo Hûn dixwazin kî bibe Serokomarê Sûriyeyê anketek çêkiribû ku têde 4 nav hebû. Lê saziyê anket betal kir û sedem jî wisa nîşan da, "ji 4 kesan yekî xwestiye navê wî jê bê derxistin, derfeta derxistina tenê navek tune bû, loma me betal kir".
Nûçeya ku me li ser anketê çêkiribû jî li jêr e...
***
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji bo Sûriyeyê li ser mafên mirovan dixebite. Vê saziyê niha li ser hesabê xwe anketeke balkêş bi zimanê erebî belavkiriye. Ev Anket ji vê pirsê pêk tê:
-Eger hilbijartin bi awayekî demokratîk çêbibin, tuyê ji bo Serokkomariya Sûriyê dengê xwe bidî kê?
Di Anketê de 4 nav li gor rêzê cih girtine:
1-Ahmed Al-Şaraa
2-Mazloum Abdî
3-Eymen Esferî
4-Cemal Silêman.
Anket dê hefteyek bidome. Niha de gelek kurdî anket li ser hesabê xwe belav kiriye û gotiye "Em dengê xwe didin Mazlum Abdî" û pêre jî banga dengdanê bo Abdî kiriye.
Ji bo yên bixwazin besdarî anketê bibin fotoyê bitikînin:
https://x.com/syriahr/status/1949083494170112164?t=_0OLkLMZ0H6DreV6-IwkOw&s=08



