Diyarname
Ajanseke nûçeyan a kurdan bi navê "Mezopotamya Ajansi" heye. Ev ajans bi tirkî û kurdî nûçeyan dişopîne û diweşîne. Divê em bibêjin ku ajanseke gelek serketî ye. Nûçeyên wê jî. Gelek bûyerên li bajarên kurdan em bi saya wê hîn dibin, gelek binpêkirinê mafan bi saya wê derdikevin pêşberî raya giştî. Ev ajansa ku wisa karekî baş dike di beşa xwe da ya kurdî de têk diçe. Piraniya nûçey^n wê ji tirkî ji bo kurdî têne wergerandin û weşandin. Lewma jî yan bi tirkî fikirîn çêdibe û wisa werger tê kirin, yan jî mantiqê meseleyê nayê fêmkirin û wisa tê wergerandin. Lazim e ev ajansa serketî ji bo kurdî jî hinek din hewl bide xwe û rastir sernavan biweşîne.
Ji nav nûçeyên 24 saetan me hin sernavên ajansê wekî mînak girtin dest. Fermo pêşî sernavên ajansê, dûre di nav kevaê de jî şiroveya me:
- 15.11.2017: TOKÎ’iyan li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin (TOKÎ'yan ava nakin, TOKÎ avahiyan çêdike)
- 15.11.2017: Malbata Turan: Biryara AYM’ê têr nake bila polîs bê cezakirin (Biryar çawa têr nake? Herhal xwestine bibêjin "Biryara AYM'ê ne bes e, bila polîs jî bêne cezakirin)
- 15.11.2017: Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya erdhejê kir (Çawa? Yanê Plaformê xwesteye piştgiriya erdhejê bê kirin û erdhejek xurtir çêbe? Herhal Platform dixwaze piştgiriya mexdûrên ji erdhejê bê kirin)
- 15.11.2017: Yuksedag banga piştgiriya erdhejê kir (Wekî mînaka jorîn, mantiq heman tiştek e)
- 15.11.2017: Rûniştina doza Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Mêrdînê hat dîtin. (Rûniştin çawa tê dîtin?)
- 14.11.2017: Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin (Me tiştek fêm nekir)
- 14.11.2017: DMME’yê ji AKP'ê wext xwest (Spota bin sernavê wiha ye: "DMME ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDP’ê bibin heta 5’ê kanûnê dem da hikumeta Tirkiyeyê." Yanê DMME'yê wext nexwestiye, wext daye Tirkiyeyê.)
- Dêra dîrokî bû goma sewalan (Dêr bi xwe nabe gom. Hinan ew kiriye gom. Lewma ev sernav çênabe)