CIHAN OLMEZ / MA / ŞIRNEX
Li Cizîrê, bi salan e deriyê Muzeya Îsmaîl Ebûl-îz El Cezeriyê ku gelek berhemên dîrokî tê de cih digirin, girtiye. Ji ber vê kes nikare serdana wê bike.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber deriyê Muzeya Îsmaîl Ebûl-îz El Cezeriyê tim girtiye, kes nikare serdana wê bike. Muzeya ku sala 1970’yî bi pêşengiya dîrokzanê cizîrî Abdullah Yaşin ve hat vekirin, berî bi çend salan nobedarekî bi meaş ji bo wê hat peywirdarkirin. Muze li avahiya berê ya Şaredariya Cizîrê ye. Piştî nobedar hat peywirdarkirin, deriyên muzeyê li serdana xelkê hat girtin.
Ji derî vedigerin
Ji bo rê li ber diziyê bê girtin, derî û pencerên muzeyê bi hesinan hatine zeximkirin. Ji ber ku deriyên muzeyê girtî ne, her derê wê di nav tozê de maye. Nivîsa danasînê û lewheyên li ser muzeyê zingar girtine û hema bibêje nayên xwendin. Turîstên xwecihî yên tên bajêr, dema dixwazin serdana muzeyê bikin, dema dibînin deriyê wê girtîne, vedigerin.
Nobedarê ku hatiye peywirdarkirin jî bi rêk û pêk li ber muzeyê nîn e û li ber wê tim wesayît tên parkkirin. Her wiha peyarêyên wê jî ji aliyê çaygerên seyar ve hatine dagirkirin. Dikandar dibêjin: “Ji ber ku tim girtiye, ew ber muzeyê wekî cihê rûniştinê bi kar tînin.” Dikandar wekî din dibêjin, heke muze bê vekirin dê fêde li wan jî bibe. Dikandaran da zanîn ku di vî warî de Qeymeqamiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê tu gavê naavêjin.
Di muzeyê de gelek berhemên etnografîk û arkeolojîk hene. Li gel kevirê mîhrabê yê Hz. Nûh ku xwedî rabirdûyeke bi deh hezaran salî ye, gelek berhemên dîrokî yên aîdî dema Gûtî, Med, Asûrî Babîl, Osmanî û Mîrîtiya Cizîrê jî hene.