Diyarname
Lîstikvanê efsanewî Jackie Chan jî berê xwe da nexweşiya Coronayê. Chan diyar kir ku ji bo dîtina dermankirina coronayê çi ji destê wî bê dê bike û got yê/a ku dermankirina coronayê bibîne ezê mîlyonek Yuana Çînê (nêzî 860 hezar dolarî) bidimê.
Lîstikvanê 65 salî diyar kir ku mesele ne pere ye û wisa dom kir: "ez naxwazim kuçeyên ku berê tijîbûn û niha vala ne bibîbîm. Di kêliya hemwelatiyên min divê ji jiyanê kêfê bigirin de li hemberî mirinê şer dikin, ez naxwazim vê yekê bibînim. Zanist û teknolojî ji bo têkbirina vîrusê mifte ne. Ez bawerim gelek kes wekî min difikirin. Ez hêvî dikim di kurtedemê de dê panzehîrê vê bê dîtin."
Fîlmê wî neket vîzyonê
Li aliyê din fîlmê Jackie Chan ê dawî yê bi navê "Vanguard" dernexistin vîzyonê. Ji ber belabûna vîrusa Corona di çarçoveya tevdîran de salonên sînemayê hatin girtin û fîlm jî di vê çarçoveyê de neket vîzyonê.