Diyarname
Fîlmê kurdî yê bi navê "Min dît" li Festîvala Fîlman a San Sebastianê xelat girt. Xelat Îstîrîdyeya Zêrîn jî derhênerê çînî Lu Chuan bi fîlmê "Bajarê Mirin û Jiyanê" girt.
57'emîn Festîvala Fîlman a San Sebastianê ku di navbera 18-26'ê vê mehê de li dar ket bi xelatdayînê bi dawî bû. Xelata mezin a fêstîvalê "Îstîrîdyeya Zêrîn" fîlmê derhênerê çînî Lu Chuan bi fîlmê xwe "City of Life and Death" (Bajarê Mirin û Jiyanê) girt.
Fîlmê "El Secreto de sus ojas" ê ji Arjantînê ku li ser navê Arjantînê berendamê xelata Oscarê jî hatiye nîşandayîn di festîvalê de digel ku wekî favorî dihat nîşandayîn jî xelat negirt.
Fîlmê derhênerê kurd Miraz Bezar ê bi navê "Min dît" jî xelat girt. Min dît xelata "GAZTEA Ciwan" girt.
Xelatên din ku di festîvalê de hatin belavkirin:
- Xelata Taybet a Juriyê: Derhênerê frensî Laurent Cantet bi fîlmê xwe "Le Refuge" girt.
- Xelata Derhênerê Herî Serketî: Derhênerê spanyolê Javier Rebollo bi bi fîlmê xwe "La Mujer sin piano" girt.
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Lola Duenyas (Bi rola di fîlmê "Yo tambien" de girt)
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Pablo Pineda (Bi rola di fîlmê "Yo tambien" de girt)
- Xelata "Kutxa" ku bankeyeke sporsor îsal yekem car da û xelat didin derhênerên nû, derhênerê belçîkî "Philippe Van Leeuw bi fîlmê xwe "Le Jour ou dieu est parti en voyage" girt.
- Li ser nexweşiya Sendroma Down jî îsal yekem car dan Pinedayê û ev yek hem eleqe dît.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Dê Festîvala San Sebastianê "Min dît"ê bibîne
- Fîlmên kurdî jî ketin dû Porteqala Zêrîn
-