Diyarname
Lîstikvana navdar a ji DYA'yê Angelina Jolie ku Qasida Niyetbaş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye çû Kampa Penaberên ji Sûriyê ya El-Ezrak a li rojhilatê Urdunê.
Ev kamp di sala 2014'an de hatiye vekirin û li vî welatê duyemîn kampa herî mezin e têde 55 hezar sûriyeyiyên penaber dijîn. Li ser vê gerê Reutersê nûçeyek weşand. Li gor nûçeyê lîstikan Jolie gotiye ku Urdun bi tena serê xwe nikare di bin barê penaberan re rabe. Jolie di heman demê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo pevçûnan çareseriyeke mayinde bibînin.