Diyarname
Weşanên Evrensel ku her sal çend pirtûkên bi kurdî diweşîne vê carê broşura rêberê Yekîtiya Sovyetê V. Î. Lenîn "Dewlet" wergerand kurdî û çap kir.
Broşura "Dewlet"ê ji aliyê Îsmaîl Dîndar ve ji bo kurdî hatiye wergeran û ji Weşanên Evrenselê derketiye.
Weşanên Evrensel ku weşanxaneyeke çepgir e berê pirtûka J.V.Stalîn "Marksîzm û pirsgirêkên zimanzaniyê" weşandibû, niha "Dewlet" a Lenîn wergerand û çap kir.
"Dewlet çi ye, çawa derketiye holê, helwesta partiya çîna karker a têdikoşe ku ji bo ji bînî ve kapîtalîzmê ji holê rake, ango helwesta partiya komun<îst li hemberî dewletê, divê çi be? Pirsgirêka dewletê, pirsgirêka herî zêde ku zanyar, nivîskar û fîlozofên burjûwaziyê dişewişînin, pirsgirêka herî dijwar û tevîhev e. Ji ber ku dewlet, pirsgirêka sereke û bingeha qada siyasetê ye." Di broşurê de Lenîn li ser pirsa dewletê disekine û li gor bîrdoziya xwe rewşê tîne ziman.
Weşanên Evrenselê heta niha 500 heb pirtûk weşandine û di van çend salên dawî de dest bi çapkirina pirtûkên bi kurdî jî kiriye ku bi van pirtûkan niha li Fûara Pirtûkan a Stenbolê ye.
Dewlet / Lenîn / Werger: Îsmaîl Dîndar / Teorî
***Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.