Amed
Li ser rêya Kehbiya Amedê pireke tê çêkirin. Bi çêkirina vî pirî re dê Pirê Deh Derî yê Amedê rizgar bibe.
Dîroka Pirê Deh Derî yê Amedê pir kevn e. Ev pir di sala 2012'yan de dê bikeve 1500 saliya xwe. Û tam di wê salê de ev pirê nû jî dê temam bibe.
Pirê Deh Derî yê Amedê ji ber ew qas bar kişandiye her ku diçe xira dibe ku niha di tamîratê de ye. Bi çêkirina pirê nû re dê Pirê Deh Derî ji bo trafîkê bê girtin û wekî berhemeke dîrokî dê tenê xizmeta tûrîzmê bike.
Niha di çêkirina pir de 100 kes dixebitin û 3 xwendekarên endazyariya avahîsaziyê jî stajê dikin. Pir ji aliyê Daîreya Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û fîrmayên Amedê ve tê çêkirin.