Diyarname
Ka werin em vê strana Ciwan Haco diyarî TRT'ê bikin. We got çima? Em qal bikin:
Mebûsê CHP'ê yê Îzmîrê Atilla Sertel li ser rapora Sayiştaş pirsiye ku li ser kîjan bername û stranan biryara neweşandinê heye. Di bersivê de rêveberiya TRT'ê gotiye ku 142 stranên bi tirkî û 66 stranên bi kurdî li gor Benda 1'ê ya Xala 8'an a Zagona Bi Hejmara 6112'yan hatine qedexekirin.
Di nav stranên yên tirkî de ji Nazan Oncel, Nukhet Duru heta Sila û Demek Akalin jî hene. Û di nav ên kurdî de stranên hunermendên wekî Ciwan Haco, Karapêtê Xaco, Rojda, Mem Ararat, Xemgîn Bîrhat, Seyda Perîneçk, Koma Agirê jiyan jî hene.
Li gor rêziknameyê TRT saziyeke raya giştî ye, bi butçeya dewlet û gel kar dike, lê ev TRT her gav ne li gor raya giştî, li gor desthilatdarî weşan kiriye/dike. Niha jî wisa. Em jî yek ji stranên ku qedexe kirine, strana Ciwan Haco "Sê sê" ji navê hildibijêrin, dikin wekî Klîba Hefteyê û diyarî TRT'ê dikin.
Fermo: