Diyarname
1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî heta 11'ê mehê li dar e. Di festîvalê de belgefîlmên li ser kurdan jî hene.
1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî îsal 12'emîn car li dar dikeve. Festîvala ku dest pê kir heta 11'ê mehê li dar e.
Festîvala ku bi belgefîlman çîrokên cihê pêşkêşî sînemahezan dike ji dinyayê belgefîlmên cihêreng pêşkêş dike.
Di festîvalê de digel nîşandayîna belgefîlman, semîner, gotûbêj û atolyeyên li ser sînemayê jî têne li dar xistin.
Cihên fîlm lê tên nîşandayîn
Di çarçoveya festîvalê de fîlm îsal li Navenda Çanda Fransiz, Muzeya Pera, Şanogeha Muammer Karaca, Navenda Çanda Nazim Hikmet, Avahiya Dîrokî a Sumerbankê û Kumbara Sanatê têne nîşandayîn.
Fîlmên li ser kurdan
Di festîvalê de fîlmên li ser kurdan jî têne nîşandayîn. Vane ji wan hin: "Girtîgeha bi 5 nimre" (Der: Çayan Demirel), "Howtây Hireêni" (Der: Caner Canerik), "Hewîtî" (Der: Mizgin Arslan), "Kara altindan, altin mikrofona" (Der: Metin Avdaç), "Koy Enstituleri: Cılavuz" (Der: Ahmet Soner)
Gotûbêjên festîvalê
Di festîvalê de li ser belgefilm sînemayê dê hin gotûbêj û semîner jî bêne li dar xistin. Hin ji wan ev in: "Li Kubayê belgefîlm û sînema" (Axifger: Rigoberto Lopez Pego), "Belgefîlm sînema û nêrîna li tevgerên civakî" (Axifger: Daniela Broitman), "Belgefîlm sînema û dîroka devkî" (Axifger: Leyla Neyzi, Enis Riza) "Belgefîlm Sînema û Mîrateya Çandî" (Axifger: Hasan Ozgen, Hakan Aytekin), "Li Ewropayê belgefîlm sînema" (Axifger: Tue Steen Muller), "Di belgefîlm sînemayê de rexne" (Axifger: Peter Van Bueren, Can Candan). Gotûbêj û semîner li Avahiya Dîroka a Sumerbankê bêne li dar xistin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.