Diyarname
Li Îranê bi beşdariyeke mezin hilbijartin pêk hat. Li gor encamên ne fermî Mahmud Ahmedînejad bi ser ket. Berendam Mîn Muyesîn Musevî îdîa kir ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin.
Roja 12'yê mehê li Îranê hilbijartina ji bo serokatiyê li dar ket. Di 45 hezar û 713 sindoqan de gel dengên xwe bika an3in. Bi giştî 35 hezar kes çû ji bo dengdayînê. Hate gotin ku sedî 75 hilbijêrî dengên xwe bikar aniye.
Piştî sindoq hatin girtin berendamê 'reforkar' Mîr Huseyin Musivî li Tehranê derket pêşberî endamên çapemeniyê û bi awayekî xurt serketina xwe îlan kir. Berî Musevî bi çend deqîqeyan cîgirê wî Alî Ekber Muhteşemî Pur jî ragihand ku li gor li gor agahiyên ji Tehran û eyaletên din girtine Musetivî sedî 65 deng bi dest xistine. Lê piştî daxuyaniya Musevî ajansa fermî ya Îranê ÎRNA'yê serketina Ahmedînejad ragihand.
Li ser destê sibê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Îranê Kamran Danişçû daxuyand ku Ahmedînejad sedî 65 deng girtiye û bi ser ketiye.
Danişçû got ku li gor hilbijartinê ku heta saet 06.00'ê sibê hatine kirin ji 28 mîlyon û 50 hezar û 761 dengên ku hatine hilbijartin Ahmedînejad 18 mîlyon û 302 hezar û 924 deng girtine (sedî 65,24) û bi ser ketiye. Mîr Huseyîn Musevî jî 8 mîlyon û 929 hezar û 232 deng girtine û di rêza diduyan de maye.
Îdîaya Musevî
Piştî van yekan Mîr Huseyîn Musivî îdîa kir li ber sindoqan destûr nedane peywirdarên wan kar dikin û got; "Nahêlin em hilbijartinê bişopînin" û xwest rayedar vê yekê çareser bikin.
Her wiha Musivî diyar kir ku tê gotin Muhafizên Şoreşê û endamên Besicê dengên hatine bikaranîn guhartine û ji rêberê olî Ayetullah Ali Hamaney xwest ku adilî û bêalîbûna hilbijartinê saz bike.