LUQMAN GULDIVÊ
Nexwendebûn ji bo kurmanciyê ji bo sedsala bihurî û vê sedsala em tê de yek ji astengiyên herî mezin e di warê pirsa man û nemanê de. Lewma, gelek caran dê û bavên ku ne bi kurmanciyê xwende ne, xwe nadin ber wî barî ku pirtûkan ji zarokên xwe re bi kurmancî bixwînin. Ez bawer dikim ji bo kirmanckiyê jî heman pirsgirêk heye. Dê û bavên ku para bêhtir bi zimanên erebî, tirkî yan jî farisî xwende ne, ji ber vê jî xwe bi hêsanê li ber wê şeka dijwar a asîmîlasyona encama siyaseta zimên a dewletê ber didin û zarokên xwe bêpar dihêlin ji xwendina bi kurmanciyê. Li derveyî Kurdistanê û welatên dagirker, zimanên din jî li vê lîsteya zimanên biyanî zêde dibin.
Ji bo dê û bavên di vê rewşê de gelo çi dikare were kirin? Pierre Bailly û Celine Frapont diyar e ji ber sedemên din bersiveke nisbî daye vê pirsê. Wan pirtûka bi navê Petit Poilu-Pagaille au Potager (Bi-pirçê piçûk-Tevlîheviya li baxçeyê sebzeyan) wekî xêzeromaneke ji bo zarokan amade kiriye, lê belê hîç nivîs bi kar neanîne. Ango, zarok wê bi xêra wê fêm bikin pirtûk çawa tên bikaranîn, sebra wan were heta dawiya çîrokekê û zanibin ji çepê ber bi rastê ve pirtûkek tê xwendin… Bi ser de jî ew ê bi xwe karibin navan li karakterên di nava çîrokê de bikin û dê û bav dikarin çîrokê di destpêkê de ji xwe re li gorî xêze-romanê li hev bînin û paşê bihêlin ku zarok bi awayê xwe pirtûkê bixwînin.
Di warê perwerdekirinê de ev diyar e rêbazeke nû ceribandî ye, û min jî bi keça xwe re pêr ceriband. Gelekî kêfa wê hat navan li karakterên çîrokê bike û heta bi dawiyê guh da min û min 30 rûpelên bi 5-6 resman jê re heta bi dawiyê xwend. Sebra wê jî hebû û ya min jî. Ez dikarim bibêjim ku tecrubeyeke baş bû. Lê piştî ku ez hinekî li ser fikirîm tiştekî din hat hizra min. Dê û bavên kurmancî/kirmanckî-axêv dikarin van pirtûkan ji zarokên xwe re bi kurmancî/kirmanckî bixwînin… Tu dê û bav nîn e ku çavê wê/wî bibînin û dîsa jî nikaribe pirtûkeke bi vî rengî ji zaroka ya piçûk re bixwîne. Bi ser de jî heger hûn zêde vî karî ji xwe re bar dibînin, li ser bergê dawiyê pêşniyazên navan ji bo karakteran û piştî rûpelê dawî yê xêzeromanê jî rûpeleke kurteyeke versiyoneke muhtemel a çîrokê ji bo dê û bavan rave dike heye. Ango, na, vê carê tu hincêta we nîn e; hîç xwe nedin vî alî û wî alî, hûn ê tu fitûyê nikaribin lê bînin. Heke hûn dibêjin, wele min zanîba kurmancî/kirmanckî bixwenda min ê ji zarokên xwe re pirtûkên bi zimanê xwe bixwenda, hingê tu felata te nîn e, rahêje vê pirtûkê û ji zaroka xwe re bixwîne.
Di rastiyê de hîna pedagog hemû li ser serketîbûna vê rêbazê hemfikr nîn in. Lê jixwe ew pedagog di pencereya me re ango di pencereya wan kesan re ku man û nemana zimanê wan bi serketîbûna wan ve girêdayî ye ka çiqasî dikarin zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Ez dibêjim, ji bo wan dê û bavên bi kurmancî/kirmanckî nexwende, ev rêbazek e ku hêja ye mirov biceribîne. Heke hûn li Almanyayê ne ev pirtûk di nava seta bi navê “Kleiner Strubbel” der çûye û hemû pirtûkên di vê setê de bi heman rengî ne. Ev set jî ji aliyê weşanên Reprodukt ve hatiye çapkirin. Hûn ne li Almanya, lê li welatekî fransîaxêv in? Ha hingê bi navê li jor min nivîsî ji weşanên Dupuis derçûye. Na hûn li welatekî din in; hingê jî xwe hinekî biwestînin û pirtûkên bi heman rêbazê amadekirî peyde bikin. Lewma ez dibêjim, li ser vê mijarê min a xwe kir.
guldive@yahoo.fr
27.102016, Yenî Ozgur Polîtîka