Diyarname
Hejmara êrîşên Tirkiyeyê yên heta niha li hemberî Kantorên Efrîn, Kobanî û Cizîrê kirin hat eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ji serê salê heta 24'ê gelawêja 2016'an îstatîstîkên li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava eşkere kirin.
Vane ew îstatîstîk:
- Li hemberî Efrînê 6 êrîş, 3 hêzên sînor birîndar bûn
- Li hemberî Kobanî 65 êrîş, 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
- Li hemberî Girê Spî 10 êrîş, 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
- Li hemberî Serê Kaniyê 2 êrîş, kesek jiyana xwe ji dest da.
- Li hemberî Dêrikê 2 êrîş, 3 derbaskirina sînor.
Her wiha daxuyanî dibêje ku 9 caran hêzên artêşa dewleta Tirkiyeyê sînor bin pêkiriye, derbasê aliyê din bûye. Dîsa 85 caran bi top û çekên giran axa Rojava hedef girtiye. Di van êrîş û topbaranan de 10 welatiyên sivîl hatine kuştin û 24 welatî jî birîndar bûne.


