NAZDAR EBDÎ / ANHA
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed li Washingtonê bi hikumeta heyî û ya nû hilbijartî ya Amarîka re civiya. Ehmed destnîşan kir ku di hevdîtinan de mijareke bingehîn projeya wan a çardeseriyê ye û ev proje ji aliyê rayedarên DYA’yî ve bi erênî tê pêşwazî kirin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di serkêşiya şandeyeke bi Serokê Meclîsa Suryanî Besam Îshaq re, ji bo pêkanîna hevdîtinan bi hikumeta heyî û ya hilbijartî ya Amerîkayê re bicive, beriya demekê di serdaneke diplomatîk de berê xwe da Washingtonê.
Îlham Ehmed derbarê serdana xwe de agahî dan ANHA’yê û diyar kir ku şandeya wan bi rayedarên gelek navendên lêkolînan, saziyên bandorker di avakirina hikumeta nû ya hilbijartî de û rayedarên buroyên hikumeta nû re civiyan.
Bi şêwirmendiya Trump re civiyan
Şandeya polîtîk her wiha bi şêwirmendê kampaniyeya propogandeyê ya Serokê Amerîkî yê nû Donald Trump, Gabriyêl Soma re jî hevdîtin pêk anî û nêrîna hikumeta nû ya derbarê aloziya Sûriyê û pêşdîtinên wan nîqaş kirin.
Hevseroka MSD’ê li wîlayeta Amerîka Rhode Island re jî sempozyûmek, ku Kurdistaniyên li wir û amerîkiyên bi doza Sûrî baldar in tê de amade bûn lidar xist.
Proje çareseriyê navenda hemû hevdîtinan e
Li ser pirsa derbarê rojevên van hevdîtinan û proje-nameya şandeyê de, Ilham Ehemd bal kişand ser projeya Federaliyê û got: “Projeya me ya çareserkirina aloziya Sûriyê navenda hemû nîqaş û hevdîtinên me bû. “Hevseroka MSD’ê zêde kir ku “Proje erênî tê nirxandin”.
‘Deriyê me ji mûxalefetên din re jî vekiriye’
Têkildarî mijara mûxalefetê jî Îlham Ehmed, destnîşan kir ku wan hewl dan deriyê nîqaşan bi hemû aliyan re vekin lê, muxalefet ji ber pêwendiyên xwe yên herêmî ditirse ku bi me re bikevin nav danûstandinan û ji peymanan jî dûr disekinin.”
Ev ne cara yekemîn e ku Îlham Ehmed diçe serdana Washingtonê, beriya demekê Ehmed çûbû serdana paytexta Amerîkayê û bi şêwirmendê Donald Trump yê karûbarên Rojhilata Navîn Welîd Faris re jî hevdîtinek pêkanîbû.