Nivîs û foto: Cemil Oguz
Helbestvan, nivîskar, rexnegir û weşangerê kurd e Rênas Jiyan ku di gotûbêjeke xwe de wisa dibêje: "Dibêjin di sala nizanim çi de hatiye dinê. Bi vî awayî ew kes, ew nivîskar nayê naskirin. Li wî bajarî çi qewimî, serdema wî çi bû, sosyolojiya wî bajarî çi bû, divê wisa lê bê nêrîn. Mînak sosyolojiya 2016'an a Amedê çi bû, zarokek bê dinê dê çawa jêre bê gotin... Mînak qedexe, bindestiya gelek, ev neyê dîtin û neyê fêmkirin neheqî li wî nivîskarî jî dibe."
Salên zimanê qedexe
Sala ku Rênas Jiyan hatiye dinê li aliyê rojavayê Tirkiyeyê Şerê Qibresê hebûye, ji aliyê rojhilat ku kurd lê dijiyan, navê welatê wan lê nîn bû, kesî nediwêrî bibêje 'ez kurd im', kurdî qedexe bû, weşanên bi kurdî jî nîn bûn. Di rewşeke wisa de, di 01.02.1974'an li Qosera Mêrdînê tê dinê Rênas Jiyanê ku vê mehê dibe mêvanê "Portreya Mehê".
Ew dibistana seretayî û navîn li Qoserê bi zimanê tirkî dixwîne, paşê diçe Amedê û zanîngehê dixwîne ku ev Amed ji bo wî dibe serdemeke nû; ji ber ku bi xwendina wir dibe karmendê dewletê lê ji ber xebatên bi kurdî dest ji karmendiyê ber dide piştî hin salan.
Bûyîna 'Janya'
Di salên 90'î de dema kovara Rewşenê (paşê "Rewşen"ên din) dest bi weşana bi kurdî dike ew jî yek ji ciwanên wê demê ye ku bi xebatên xwe kedê dide wê. Helbestan dinivîse Rênas Jiyan di salên 90'î de û dema yekemîn pirtûka wî ya helbestan "Janya" dertê êdî ew li nav helbestvanên mezin ên kurd de ye; ji ber ku gelek kesan ji "Janya"yê, ji janyayan hez kiriye.
Rênas Jiyan û hevtemenên wî, bi gotinek din xemxurên kurdî ku serê xwe bi kurdî re diêşînin rastî zehmetiyan tên. Di sala 2002'yan de bi dehan ji wan têne binçavkirin ku Jiyan jî di nav wan de ye. Ew karmendekî dewletê ye loma jî piştî vê binçavkirin (ligel hevalên xwe yên din) tê sirgûnkirin. Piştî sirgûnkirin bi dawî dibe dîsa vedigere Amedê.
Li gor Rênas Jiyan "Civaka me civakek bi pirsgirêk e. Hem em bi xwe ji xwe re, li ber hev pirsgirêkan derdixin, hem dewlet li ber me pirsgirêkan derdixe." Dema di sala 2003'yan de dîwana "Mexzena Xwînê" diweşîne têde bala xwe dide ser vê civakê, sosyopolîtîka vê civakê ku jêre kurd tê gotin; dîmena civakê dikişîne. Paşê berê xwe dide metnên şanoyê jî û pirtûka "Di Tuwaletê De" (2006) dinivîse ku derhênerê şanoyê Mîrza Metîn ew derxistiye ser dikê jî.
'Çirûskîzm' û bîr
Jiyan dibêje, "Ji ber bindestî û ji ber feodalîzmê em şikestinê dixwin. Ez ji feodalîzmê hez nakim ji ber ku feodalîzm nahêle afirandin çêbibe. Yek bibêje ezê bibim hunermend, nivîskar pêşî lê digire. Pêşî li şanoyê digire, naxwaze kes şano bike. Ji ber feodalîzm tenê bi çend pîşeyên kar dizane û hew. Serdest derbê li me dixwe, em jî wekî feodal derbê li hev dixin." Ew wisa difikire, fikrên xwe, ramanên xwe di "Çîrûskîzm" ku wî ev derxistiye holê de tîne ziman. Çirûskîzmê wekî, "Çirûskîm azadî ye, ji xwe re azadiyê esas digire. Çirûskîzm ronahî ye, ew mirovê çirûskîzm bi dest xistibe tuyê êdî çi bidî wî? Wî ji xwe ronahî bi dest xistiye" û bi vê dixwaze civaka ew jê hatiye ber bi ronahiyê ve here. Di vî warî de xebatên xwe didomîne. Pêşî Weşanxaneya Belkî, dûre bi navê "Çirûsk" kovareke wêjeyî derdixe. Di pirtûkên xwe de, di kovarê û her wiha di quncika xwe ya di Azadiya Welat de li ser "Çirûskîzmê" disekine, rexneyan dike, şiroveyan dike, rê dibe ber mirovan, ber civakê.
Gotarên ku nivîsandine, rexneyên kirine di sala 2008'an de di pirtûka "Ji şêvê re-çend têgehên dera hanê" de digihîne xwendevanan.
Rênas Jiyan hê li Amedê dijî, xwedî û edîtorê Weşanên Belkî û kovara "Çirûsk"ê ku her du jî weşana xwe didomînin.
Berhemên wî:
- Janya / Helbest / Weşanên Doz / 1999 (Çapên nû ji Belkî derketin)
- Mexzena Xwînê / Helbest / Weşanên Belkî / 2003
- Di Tuwaletê de / Şano / Weşanên Belkî / 2006
- Ji Şevê Re-Çend Têgehen Dera Hanê / Ceribîn-Rexne / Weşanên Belkî / 2008
- Çirûskîzm-li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk / Teorî-felsefe / Weşanên Belkî / 2012
- Diêşiya / Helbest / Weşanên Belkî / 2013
- Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardehderb / Analîz / Weşanên Belkî / 2015
- Spîtama / Rênas Jiyan / Roman / Weşanên Belkî / 2016