Diyarname
Li Bremena Almanyayê bi beşdariya Hevseroka PYD'ê Asiya Abdelah semînerek li dar dikeve.
Rêxistina Almanya ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) semînereke bi beşdariya Hevseroka PYD'ê Asiya Abdelah li Komela Biratî ya li bajarê Bremen li dar dixe.
Di semînera ku her kes dikare beşdar bibe de dê ev mijar bêne nîqaşkirin: 1-Nirxandina Rewşa siyasî li Sûrî û rojavaya Kurdistanê, 2-Têkiliyên Partiyên kurdên Rojava bi hev re, 3- Pilan û pirojeyên PYD'ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li rojavaya Kurdistanê, 4- Nirxandinên PYD'ê li ser destiya Bilind.
Semîner dê roja 04.11.2012'yan saet 14.00'an de li dar bikeve.
Ji bo kesê eleqedar navnîşan û têkilî:
Komela Biratî e.V
An der weide 27-29
28217 Bremen
Tel: 01725445877 Xebat Şakir
015737651240 Bavê Hisên