Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji bo here Entabê li Balafirgeha Amedê axivî û got:
- Ez dixwazim bibêjim li hemberî vê wehşetê gotin xilas bûne. Gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Pêşî ez ji bo hemûyan ji Xwedê rehmê dixwazim, ji bo xizmên wan, gelê me sibir û sersaxî dixwazim. Gelek birîndarên me hene. Li nexweşxaneyan in. Ez şîfaya xêrê dixwazim.
- Wekî Komkujiya Pirsûsê, di dema em ji pêvajoya dîrokî re derbas dibin ev komkujî çêbû. Di dema ku KCK'ê deklerasyon weşandiye de ev komkujî tê, ev gelek balkêş e. Ev ne tesadufî ye.
Serokwezîr bila kêmasiyan derxe holê
- Ez bangî Serokwezîr dikin ji Pirsûsê bila dest pê bikin heta niha çi kêmasiyên ewlehiyê û îstîxbaratê hebin bila derxin holê. Li Entabê kêmasiya herî mezin a îstîxbaratê heye.
- Li Entabê kurd kirine hedef. Daweta partiya me bû. Peyam zelal e; ji vir em dikarin şerê navxweyî, kaosê derxin yan na. Ji vir ji bo we çeqelan nan nîn e.
- Li ser komkujiyan gelek tişt hatin nivîsandin, axaftin hatin kirin. Helbet agir bikeve ku wê derê dişewitîne. Zihniyeta li dawetê komkujî dike divê em derxin holê. Di komkujiya Pirsûsê de çawa em di rojên qrîtîk re derbas bûn, di komkujiya Enqereyê de çawa derbas bûn, duh jî em di komkujiyek, pêvajoyek wisa dîrokî re derbas bûn.
Bi axaftinê sibeyek wekhev û adil
- Bersiva herî baş li hemberî van hovan ew e welat em ber bi aştiyê ve bibin. Em bi axaftinê dikarin sibeyek wekhev, adil çêbikin.
Ji bo partiyên siyasî
- Ji bo parsiyên siyasî peyama min ev e: Werin em bi hev re şînê bigirin. Cenazeyê min ê te tune ye. Banga min ji bo mebûsên AKP, CHP, MHP'ê ên li Entabê ne heye, werin em di şînê de bên kêleka hevb Em êşa hev bikin yek, li hemberî kesên daweta me kirine gola xwînê em bibin yek dil. Paşê hêsan e. Pirgsirêka neyê çareserkirin nîn e. Hemû şîn jî dawet jî ên me ne.
Ji bo reqîbên me yên siyasi
- Bila reqîbên me yên siyasî vê bizanin; Yên ku li hemberî me cudakar tevdigerin emê bi heman zimanî berisva wan nedin. Meziniya êşî bila ji bo me bibe deriyê aştiyê û hêviyê. Bila bibe rêya pêşîlêgirtina tiştên ji niha û pêde dê bibin. Nexwe, dê gav bi gav ber bi komkujiyên mezintir ve biçe, dê bibe wekî Sûriyeya ku êdî kes guh nade komkujiyan.
- Ji aliyê siyasî ve em dikarin hev rexne bikin, em zorê li hev bikin lê em vê derxin derveyî siyasetê. Em fatureya vê bi ciwanan, zarokan nedin kişandin. Em wekî HDP sekna me ev e. Ger em bikaribin vê çêbikin aştî hêsan e. Em tenezulê tiştê zor nekin. Em bangî her kesî dikim bên taziyeya me.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Cenaze ji bo definkirinê dibin Goristana Yeşîlkentê