ENQERE
Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re diyar kir ku ew dixwaze hîn bêtir rola xwe di pêvajoyê de bilîze, lê derfetên wî kêm in. Ocalan bang li hikumetê kir ku ji bo ew xwe hîn bêtir bîne ziman, gavan biavêje û got, "Li hawirdora Tirkiyê şewatek ew çend mezin heye. Di van şert û mercan de gelekî asayî ye ku ji bo ez rola xwe bilîzim, derfet bên afirandin."
Ocalan da xuyakirin ku eger ew li Îmraliyê karibe bi rêya çapemeniyê yekser agahiyê bide raya giştî, wê ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî baş be.
Îro Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan çûn cem Ocalanx
Ocalan, ji bo ew hîn bêtir karibe xwe bîne ziman bang li hikumetê kir ku gavên berbiçav biavêje û lez bide pêvajoyê. Ocalan got, "Hêvîdarim ku di destpêka meha rezberê de ji bo qonaxa duyemîn gav hatibin avêtin û karibin dest bi nîqaşkirina qonaxa 3'yemîn a em jê re dibêjin normalbûyînê, bibin. Dibe ku niha min hêviya xwe qut nekiriye. Ez behsa xetimandin an jî neçareseriyekê nakim. Lê, bi bûyerên li Rojhilata Navîn re eleqedar, divê hikûmet êdî bi lez tevbigere.
Eger li Îmraliyê bi rêya çapemeniyê ez bikaribim xwe yekser bigihêjînim raya giştî, ezê karibim di mijara rêveçûna pêvajoyê de fêdeyên cidî bikim. Divê hikumet, der heqê gavên bi vî rengî yên biçûk de, dudil nebe. Di encamê de, em hewl didin aştiya şerê 40 salan, ku tê de 50 hezar mirovanên me jiyana xwe ji dest dan, ava bikin."
Ocalan rica kir ku her du alî jî nekevin nav hewldanên xitimandina pêvajoyê û ji bo rewşa tenduristiya xwe jî wisa got: "Tenduristiya min, tevî ku ne zêde giran e jî, li ser navê aştî û pêşeroja hevpar a gelên me, hewl didin li ber xwe bidim. Careke din ji dil ve silavên xwe li herkesî dikim."