AMED
Heyeta Îmraliyê îro derket pêşberî çapemeniyê û bang li CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê), NY (Neteweyên Yekbûyî) û raya giştî ya navneteweyî kir ku der barê tecrîda giran a li ser Ocalan de xwest ew pejinkar tevbigerin.
Piştî hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê li ser rewşa tenduristiya Ocalan spekulasyon hatibûn kirin, daxwaza hevdîtan Ocalan jî her tê redkirin. Li ser vê îro li avahiya KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) bi beşdariya Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle, mebûsê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Wekîla Serokatiya Meclisê ya ji HDP'ê Pervin Buldan, Wekîlê Serokê Koma HDP'ê İdris Baluken û endama KJA'yê (Kongreya Jinên Azad) Ceylan Bagriyanik ku ev hemû di heman demê de di nav Heyeta Îmraliyê de cih digirin li dar ket.
Li ser navê heyetê Onder axivî. Vane ji gotinên wî hin not:
- Ji dema muzakere dest pê kir heta 5'ê avrêlê 2 sal û nîv me kir ku raya giştî agahdar bikin. Ji 5'ê avrêlê heta niha jî me kir tecrîdê teşhîr bikin.
- Hişyariyên birêz Ocalan ku mekanîka derbeyê û eşkerekirina vê her dianî ziman, me ev pêşkêş dikirin. Wan hişyariyên me û vegotina Ocalan a sedsala 21'ê a wekî 'mekanîka derbeyê' fêm nekir.
Mekanîka derbeyê û çêkirina neyaran
- Dema em li dîroka vî welatî dinêrin ev ku rewşa Ocalan wekî 'mekanîka derbeyê' bi nav kir qet cihê xwe ji bo demokrasiyê nehişt. Di Derbeya 12'yê Rezberê de YOK (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) û MGK (Lijneya Ewlehiya Neteweyî) xwe wekî kakilê dewletê birêxistin kir. Bêyî pêdivî bi derbeyek bibîne ev ketin nava hemû saziyên dewletê. Van carinan çepgir û kedkar lê her gav kurd, carinan elewî ji bo xwe wekî neyar îcad kirin û bi vî awayî dewlet bi rê ve birin. Mekanîka derbeyê jî ev pevçûn, tehdîd wekî sedem nîşan dan, qadek hegemonîk çêkir û jiyana xwe domand.
Ocalan yekemîn kes e bal kişand ser 'Dewleta paralel'
- Birêz Ocalan ne tenê ev, ew yekemîn kes e bal kişandiye ser 'rêxistina dewleta paralel û cemaetê" jî. Di dema pêvajoya çareseriyê de kengê gavên mayînde hatin avêtin wê çaxê provakasyon derxistin pêş. Em wekî heyetek ligel dewletê me hevdîtin pêk aniye em wê pêvajoyê bi sê peyvan tînin ziman: "aymazlik" (yên hay ji tiştên derdorê dibin nîn in, fêm nakin, xafil, nezan), "derbeder" (kesên bêpergal, bêhelwest), "tepkisizlik" (yên reaksiyon nîşan nadin).
Hikumet nikara bi gotina 'karê cemaetê ye' ji berpirsiyarî bireve
- Piştî derbeyê divê encama hikumet û dewletê paqij nîşan bidin dernekeve holê. Ger me li ser bûyeran hişyarî nekira komkujiyên wekî Roboskî û yên din dikaribûn wekî 'karê cemaetê' nîşan bidana. Lê me hişyarî kiribûn. Ji ber vê yekê hikumet nikare ji bin berpirsiyariya vê xwe bide anî.
- Ji niha û pêde nikarin pêşketinên siyasî bêyî Ocalan bi serbixwe bigirin dest. Ji vê nikarin xwe bidin alî.
- Tiştê ku dewletê û zanyaran nedîtiye gelê me dîtiye. 3 sal berê jî gelê me bi gotina 'Dawî li tecrîdê bînin' dest bi kampanyayê kiribûn. Tecrîd rabû dest bi pêvajoya muzakereyê hat kirin. Ji ber xafilbûna hikumetê careke din em ketin ser heman rêyê.
Azadî ji bo Ocalan
- Îro tekane tiştê bê gotin 'azadî ji bo Ocalan, ewlehî ji bo Ocalan' tê wateya barîkata ji bo derbeyan. Ji ber mekanîka derbeyê, tiştên tên jiyîn, rastiya kurd ev tên jiyîn.
Haya me ji tenduristiya Ocalan nîn e
- Îro xala ku em hatine dewleta ku muxatab e heman xafilî didomîne. Tu haya me ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nîn e. Ev tecrîda derveyî zagonê bi OHAL'ê (Rewşa Awarte) re girantir bûye. Me wekî Heyeta Îmralî di dema hewldana derbeyê çûbî ligel hikumetê me têkilî saz kir û raya giştî agahdar kir.
- Di gavek zûtir de divê malbat, parêzer û heyet herin hevdîtinê, ji bo vê bingeh bê sazkirin. Di dema hewldana derbeyê de çawa Serokomar, Serokwezîr, Serfermandarê Giştî nekariye ewlehiya xwe bigire, gotina 'Ewlehiya Ocalan ne di talûkeyê de ye' pere nake.
- Yên bi paşeroja xwe re rû bi rû nebin nikarin hesabê ji derbeyan bixwazin.
- Ger bi rola wan a li nav şer dest bi hesabpirsînê neyê kirin hûn hesabê ji derbe û derbekaran bixwazin jî dê çênebe. Bi gavek wisa tenê hûnê bikaribin heta derbeyek din rewşê îdare bikin. Berdêlê vê gelê me jî dide.
Nobetên ji bo Ocalan
- Em dibînin her derbeyek ji ya berê xwe bixwîntir derbas dibe. Em wekî Heyeta Îmralî me her roj hişyarî kir emê bikin jî. Lê gelê me sebra wê nîn e. Nobedên ji bo birêz Ocalan dest pê kirine. Em piştgiriya xwe ji bo gelê me yê ev nobet dane dest pê kirin eşkere dikin. Em hemfikir in ku ev çalakiya demokratîk a herî lezgîn e. Gere baş mesele bigirin dest û dest ji şerê li hemberî kurdan berdin.
- Em wekî Heyeta Îmraliyê bang li CTP (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê), NY (Neteweyên Yekbûyî) û raya giştî ya navneteweyî dikin ku der barê tecrîda giran a li ser Ocalan de pejinkar tevbigerin. Em dibînin ku dema tozê vê derbeyê belav bibe dê zimanekî xirab ji bo kurdan bi paş ve bê. Em dizanin dê tu fêdeya vê nîn be.
- Em bang dikin ku dawî li êrişa li hemberî hemû rêveberiyên me berdin. Dest ji girtina Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, şaredar, yên hatine hilbijartin berdin.
- Mafê destnedana bêsînor dan leşkeran. Paşê derbe hat.
- Bila rewşa ewlehî û tenduristiya Ocalan bê sazkirin.
- 15'ê tîrmehê bi ser metropolan de balafirên şer diçûn û hatin. Ev salek bû li bajarên kurdan ev balafir û tang diçûn û bombe dikirin û bi komkujiyê re mijûl bûn. Em careke din banga xwe dikin. Ji bo hûn rewşa derbeyê ji holê rakin qadên demokratîk fireh bikin. Em di vî warî de banga seferberî li gelê xwe dikin. Barîkata li hemberî derbeyê ew e ku rewşa Ocalan bê dîtin û dawî li şerê li hemberî kurdan bê anîn.


