Cemil Oguz
Li bajarê herî mezin ê kurdan NÇM'ê "Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî" li dar dixe. Di nav çalakiyê de konser, şano, nîşandayîna belgefîlman, xwendina helbestan û gotûbêj hene.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di sala 1991'ê de li Stenbolê hate avakirin. Bi ser 20 salan re ye NÇM di serî de li Stenbolê û li bajarên din ên Tirkiye û Bakur xebatên xwe yên hunerî dike. Lê NÇM'ya Stenbolê di van salên dawî de hinek bêdeng bû. Niha NÇM vê bêdengiya xwe bi xebateke mezin, bi Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî ji holê radike. Ji bo pêşkêşkirina bernameya çalakiyan li Van Kahvalti Salonu ya li Cihangîrê NÇM'ê taştêyek da rojnameger û nivîskaran û pêre jî qala çalakiyên ku dê bikin kir.
Di nav komîteya amadekar a çalakiyan de Serhat Kural, Rugeş Kirici, Nurcan Degirmencî û Veysî Altay hene.Li gor navê komîteyê li Stenbolê danasîn û birina çand û hunera kurdî ber bi kurdan ve ji bo hunermendên wan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê peywireke bingehîn e. Komîte dixwaze li vî bajarî reng û çanda kurdî bide nasîn û vê hunerê bigihîne gel.
Huner ji bo 4 mîlyon kurd î
Serhal Kural ku li ser navê komîteyê xerhatin li mêvanan kir û axivî got ku ew dixwazin çandê derxin holê, xwedî lê derkevin û banga xwedîlêderketinê dikin. Kural got ku Stenbol ku bajarê herî mezin ê kurdan e û 4 mîlyon kurd lê dijîn, bi derengî be jî ew di nav heyecana lidarxistina festîvalê de ne. Kural wisa got: "20 ssal in di nav zehmetiyan de me xebat kir. Em têkoşîna hebûna rengê kurdî didin. Em hê jî dikin ku kurdî hînê zarokên xwe bikin. Di nav rewşeke giran de em vê yekê dikin. Em dizanin rewş giran e, lê ligel her tiştî em xebateke wisa mezin lidar dixin. Ji gelek parçeyên Kurdistanê dê hunermend bên hunera xwe pêşkêş bikin."
'Pêdivî bi xebatek wisa hebû'
Ji komîteyê Veysî Altay jî ji bo me axivî û got: "Pêdivî bi xebateke wisa hebû. Ev sal û nîv e em li ser vê xebatê disekinin, me yê payiza borî çêbikira, lê ji ber hin sedeman nebû. Her kesî dixwest tiştek bike. Gelek çalakiyên cur bi cur hene. Berhemên nû di nav civatê de dê bêne nîqaşkirin û bêne dîtin. Heta niha zêdetir hunera muzîka kurdî hatiye dîtin, di vê xebatê de ligel muzîka kurdî beşên din ên hunera kurdî jî dê bêne dîtin. Ev rojên çandê hem ji bo kurdan, hem ji bo gelên din jî dê baş be."
Altay gotina hinan a wekî 'kurd nikarin hunera xwe pêşkêş bikin' bibî dixe û diyar dike ku bi vê çalakiyê dê kurd hunera xwe bi awayekî serketî pêşkêş bikin û ev huner dê bê dîtin.
7 rojan de bi dehan çalakî
"Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî" roja 10'ê vê mehê dest pê dike û heta 17'ê mehê li dar e.
10'ê mehê saet 13.30 de li Cezayîr Restorantê wê "Pêşangeha Rojava" a Veysi Altay, saet 14.00'an de jî belgefîlmê derhêner Îbrahîm Yildirim ê bi navê "Welatê Me Kurdistan e" ku li ser jiyana Egîdê Cimo hatiye kişandin bê nîşandayîn. Heman rojê kansera destpêkê ya çalakiyan êvarê saet 19.30 de li Kenter Tiyatrosu li dar dikeve. Di konserê de li gel Egîdê Cimo û Ertan Tekin ku her du jî li fîqê didin, hunermendê NÇM'ê Nurcan Degirmenci, Meral Tekçi, Ayfer Duzdaş, Zela Gokçe, Hîvda Goksel, Rojda Şenses, Ali Geçimli, Çiya Şenses, Genim, Bulent Turan, Farqîn, Veysi Ermiş, Jêhat û Mervan Tan derkevin ser dikê û koserek pêşkêşî temaşevanan bikin.
Konsera dawî
Cur bi cur çalakî her roj dê li dar bikevin û çalakiyên Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî wê bi konsera dawîlêanînê ku 17'ê dê li dar bikeve bi dawî bibe. Ev konser 17'ê mehê saet 17.00'an de wê li Bostanci Gosterî Merkezî li dar bikeve. Di vê konserê de hunermend Tara Caf, Mehmet Akbaş, Berfîn Mamedova, Îdrîs Demîr, Helîmê Omerî, Zelal Gokçe, Koma Gulên Xerzan, Hesen Şerîf, Rojda û Kawa wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Ji bo bername û agahiyên din: http://mezopotamya.info/
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.