HEWLÊR
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî xwest, daxuyaniya xwe ya li ser rapora Heyeta Rojava sererast bike. Tê gotin, eger sererastkirina pêwîst neyê kirin, dê orjînala raporê bê weşandin.
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, der barê lêkolînên Heyeta Rojava ya ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hatibû amadekirin, bi rêya berdevkê xwe Umed Sebah roja 3'ê Îlonê daxuyaniyek da. Barzanî îdîa kir ku di rapora heyetê de der barê komkujiya li Rojava de ti belge nîne û anî ziman ku kesên di komkujiya li herêma Helebê de jiyana xwe ji dest dane di encama pevçûna du komên çekdar de hatine kuştin û destûr ji heyetê re nehatiye dayîn ku biçe Amûdê.
Rapora Heyeta Rojava ku li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kiribû, roja 29'ê Tebaxê ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hatibû qebûlkirin û kompyayeke wê ji Barzanî re hatibû şandin.
Piştî daxuyaniya Barzanî, Sekreterya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd careke din kom bû. Di civînê de hat xwestin ku Barzanî gotinên xwe yên der barê rapora Heyeta Rojava de bi rêya berdevkê xwe bilêv kiribû, sererast bike.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, ev daxwaz bi belavokeke bi îmzeya endamên Sekreterya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Dr. Kemal Kerkukî, Ronahî Serhat, Sadî Pîra û endamê Komîteya Amadekar Zekî Şengîl, ji Barzanî re hatiye ragihandin.
Di belavokê de hat xwestin ku bi daxuyaniyeke nû, daxuyaniya 3'ê Îlonê ya li krg.org (Serokatiya Herêma Kurdistanê) hatibû weşandin, were sererastkirin.
Eger Barzanî di dawiya vê hefteyê de piştî betlaneya xwe daxuyaniyekê nede, tê payîn Sekreterya Komîteya Amadekar daxuyaniyekê bide û orjînala rapora Heyeta Rojava aşkera bike.
Di civînên 12-13'ê Tebaxê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd a li Hewlêrê de, komîteyek ji bo çûyîna Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, 2 hefte piştî komkujiya li Helebê ya 29'ê Tîrmehê-1'ê Tebaxê mesajek ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd re şandibû û xwestibû êrîşên komên El Qaîde yên li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike. Barzanî komkujî şermezar nekir û gotibû "eger agahî rast bin" ewê ji bo parastina jin û zarokên Kurd ên li Rojava hemû derfetên xwe bikar bîne.
Li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên li Helebê, di encama êrîşa komên çete yên El Qaîdeyê 70 Kurdên sivîl bi hovane hatibûn kuştin. Yên komkujî kirin, ji bo komkujiyên nû û destavêtinan , ji bo mal û jinên Kurdan fetwayên "helale" dabûn û di vî warî de li mizgeftan anons kiribûn.