Diyarname
Euro 2016 sibê li Fransayê dest pê dike. Li Tirkiye û li welatên din televîzyonên ku dê maçên Euro 2016'an biweşîne diyar bûn.
Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Ewropayê (UEFA) Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê (Euro 2016) îsal li Fransayê li dar dixe. Maç di navbera 10'ê pûşperê û 10'ê tîrmehê de li dar dikevin. UEFA'yê mafên weşandina maçên tûrnûvayê da hin televîzyonan. Li gor daxuyaniya UEFA'yê li Norwecê TV2 û televîzyona dewletê TV4, li Swêdê NRK û televîzyona dewletê SVD dê weşanê bikin.
Li Tİrkiyeyê TRT 1 û TRT Spor dê maçên Euro 2016'an bi awayekî zindî biweşînin.
Ji bo agahiyên zêdetir fermo rûpela taybet:
- Diyarname-EURO 2016


