Diyarname
Mirov ji nav hemû welatan ji jêr de di rêza duyemîn de be... Ma ji vê wêdetir heye.
Transparency International li qada navneteweyî rêxistinek li dijî karên ne lirê ye. Ew rêxistin her sal lîsteya karên ne li rê ya li welatên OECD (Rêxistina Karbeşî û Pêşketina Aboriyê) amade dike. Di lîsteya îsal de di welatên ku herî zêde karên nelirê lê çêdibin de Tirkiye bûye duyemîn. Yanê herî zêde karên ne li rê li Meksîkayê (ku ew bûye yekemîn) çêdibin û dûre Tirkiye tê.
Rêxistinê ji ser rêbazên cur bi cur agahî dane hev li gor vê lîste çêkiriye. Business Insider ev ragihandiye. Lîste li ser 168 welatan hatiye sazkirin. Li gor lîsteyê li welatên ku herî hindik lê karên nelirê çêdibin pûanên 100'î dane, yên ku herî zêde çêdibin jî heta sifirê daixstine. Di nav welatên OECD'î de li gor vê rêzeyê 42 pûan dane Tirkiyeyê. Bi gotinek din li nav welatên OECD'î ji bilî Meksîkayê (35 pûan) Tirkiye herî li jêr e. Di heman demê de rêxistinê diyar kiriye ku Tirkiye li nav welatên Ewropayê welatê ku herî zêde karên nelirê çêdibin de cih digire, bal kişandine ser karên rişwet û karên nelirê ku di 17-25'ê berfanbarê de derketibûn holê.
Di nûçeyê de tê gotin ku operaston ji Halbarkê bigire heta gihîştiye karsaz û siyasetmedaran û qala rişwet, şêlandin, qaçaxçîtî û paqijkirina pereyên qirêj bibîr xistiye.
Li gor rêzê welatê herî zelal Danîmaka (91 pûan dane) ye û her wiha welatnên wekî Fînlandiya, Swêd, Zelandaya Nû, Hollanda, Norwec û Swîsre jî di nav welatên "paqij" de cih girtine.
Wekî welatên herî karên nelirê lê here welatên Afrîka û welatên Rojhilata Navîn diyar kirine.
Di nav welatên OECD'î de 15 welatên herî jêr wisa rêzbûne:
1- Meksika (35 puan)
2- Türkiye (42 puan)
3- İtalya (44 puan)
4- Yunanistan (46 puan)
5- Slovakya (51 puan)
6- Macaristan (51 puan)
7- Koreya Başûr (56 puan)
8- Komara Çek (56 puan)
9- Spanya (58 puan)
10- Slovenya (60 puan)
11- Îsraîl (61 puan)
12- Polonya (62 puan)
13- Portekîz (63 puan)
14- Fransa (70 puan)
15- Estonya (70 puan)
Têbiniya Diyarnameyê: Li ser peyva "karên nerilê" li nav kurdan vegotinên cuda hene. D.Îzolî di ferhenga xwe de "bêrêtî, bêqanûnbûn" bikar aniye, Zana Farqînî gotiye "bêrêtî, nelirêtî, neqanûnît". Her wiha peyva "Gendelî" jî tê bikarnanî. Me nizanî çi hilbijêrin.