Diyarname
Korsan bi awayekî dizî ketin kompîturên Sony û hin qeydên Michael Jackson ku qet nehatibûn weşandin jî têde li dor 50 hezar stan dizîn.
Li gor nûçeya BBC par korsan ketine beşa Playstation Networt û xezmitên din ên Sony qeydên Jackson (Ku di 2009'an de jiyana xwe ji dest dabû) dizîn. Sony, di sala 2010'an de ji bo 7 salan mafê telîfê yê stranên Jackson ên nehatine weşandin 250 mîlyon dolar dabû.
Hin ji van stranan di albuma "Michael" a ku di berfanbara 2011'an de weşandibû de tomar kiribû.
Di nav stranên ku Sony mafê telîfa wan kirîne de duetên ku Jackson bi Freddie Mercury û solîstê Black Eyed Peas will.i.am. re kiribû û heta niha li derê hetabûn weşandin jî hebûn.
Meseleya diziya 50 hezar stranan piştî saletkê dema Sony malperên heyranan qontrol kir derket holê. Rayedarên Sony diyar kirin ku dema di platforma heyranên Michael Jackson de heyranên wî li ser sohbet dikir ferqkirine ku dizî pêkhatiye.
Sony ragihand ku par bêdestûr hin ketine beşa Playstation Network û xebatên din ên xizmetê û agahiyên aîdê nêzî 93 hezar kesî dizîne.
Di malpera Sony de tomarkirinên hunermendên wekî Foo Fighters, Olly Murs û Avril Lavigne jî hene.
Li Îngilistanê par di meha gulanê de du kesên bê destûr ketibûn malpera şîrketê hatibûn girtin. Du kesên bi navê James Marks û James McCormick dê di rêbendana 2013'an de derkevin pêşberî dadger