logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Dema DAIŞ bigihîje sînorê Efrînê...

  • Dîrok: 01/06/2016
  • Beş: Nûçe

HENÎFE HISÊN

Herêma Rojhilata Navîn dema bi destê dagirkerên cîhanî û herêmî hat dîzaynkirin, paşê jî komara Sûriyeyê hate sazkirin. Kurdistan hat parçekirin û ev welat ji bo careke din qet nikaribe bibe yek û weke birîneke xedar hiştin da ku timî xwîn jê werê. Vesaziya erdnigarî û civakî li ser hîmê politîkayên parçe bike û bi rê ve bibe, dîsa bi politîkayên Erebkirin, Tirkkirin û Farskirinê hatin sazkirin. 

Ji hêla rejîma BAAS’ê ve Kembera Erebî li ser sînga welatê me hat danîn û di navbera herêmên kurdan, bajarok û gundewarên Rojava de li cihê ku Kurd, Turkmen û Ermenî lê dijîn, Ereb bi cih kirin.  Bi vê politîkayên xwe di nava van gelan de ruhê şovenîzmê bipêşxistin ku tu carî ji hevdû bawer nekin. Ji hêla din ve jî xwestin ku tu carî di navbera herêmên Rojava de yekbûneke erdnîgarî çênebe û statuyeke xweser li ser ava nebe. 

Bi rastî jî di dirêjaya dîroka kevin û nû de hêzên desthilatdar li ser navê Erebbûnê û ol an jî mezheban, bi hestên civakê lîstine, hestên wan bi rêxistin kirine û li dijî gelên din dane şerkirin. Piştî rejîma Baasê vê carê hêzên DAIŞ û El Nûsra li ser hestên gelên li van herêman lîstine û ew weke mertalên zindî ji bo politîkayên xwe bi kar anîne. Lê ji ber reseniya gelên li herêmê, wan xwestiye bi wijdan û aqilê xwe yê civakî bi gelên bi wan re di nava aramî û li hevkirinê de bin. Niha ev herêm, bi taybetî Efrîn, Kobanê yanî ji Ezazê heta Cerablusê weke herêmeke bi aloz di navbera grûbên çete, dewleta Tirkiyeyê, rejîmê, Îran Rûsya û hêzên me ên Sûriyeya demokratîk de bûye herêmek bi aloz. 

Hemû hêz dixwazin xwe li vir bikin hêz û li ser vê hrêmê polîtîka û bazaran dikin. Dema em bipirsin çima ev hêz ewqas giranî didin ser vê herêmê? Bersiva wê ev e, ji ber naxwazin hêzên QSD li ser vê herêmê serweriya xwe ava bikin. Ji ber dema ev herêm bikeve bin serweriya QSD, wê li wir projeya siyasî ya federasyona demokratîk ya Rojava- bakurê Sûriyeyê jiyanî bibe. Ev tê wateya bi destxistina stetuya xwe ya siyasî ku şêwazê rejîma navendî ji holê radibe û pergalek demokratîk û ne navendî li Sûriyeyê pêk tê. Ji bo wê hêzên herêmî û cîhanî vê yekê naxwazin û li vê herêmê her tim aloziyê ava dikin û kirine meydana şer. 

Di vî warî de hêzên koalîsyonê ku Tirkiyeyê weke mutefîkê xwe yê NATO´yê dibînin, naxwazin wê bi awayekî rasterast bigirin hemberî xwe. Ji bo vê jî grûbên girêdayî xwe li van herêman bi cih kirine û parastina wir a hewayî jî daye Tirkiyeyê. Lê ev grûb 3 sal in herêma Efrîn, Şehba û Helebê xistine bin çembereke giran û çavên wan li dagirkirinê ye. Di vê demê e ku hêzên QSD’ê berê xwe dane pêngava Reqa, hemû hêzên navbirî ketine nava tevgerê û careke din dixwazin serweriya xwe ava bikin ku QSD nikaribe xwe bigihînê Efrîn û Şehba. Lê niha ji her kesî bêhtir DAIŞ û rejîm ji vê politîkayê sûdê werdigirin û berê xwe dane van herêman.

Niha DAIŞ nêzî Ezazê bûye. Ev tê wateya gihîştina sînorê Efrîn û rasterast bi hêzên me yên Efrînê re bikevin nava şer. Wê demê Efrîn û Şehba di çemberê de ne, wê destek ji wan re neyê dayîn ji ber ku navbera me qut e. Bêguman hêzên me yên QSD´ê wê çavên xwe li vê yekê negirin û wê berê xwe bidin Efrînê. Ev hem maf e, hem jî erk e. Wê demê hemû kevir wê ji cihê xwe bileqin, wê demê azadiya bakurê Sûriyeyê wê misoger bibe. Bi vî rengî alozî wê ji holê rabe. Bila kes ji vê netirsê û ne bi guman be. Ev yek ji bo em bi hevdu re bijîn û bi dewletên cîran re jî polîtîkayek dostane bijîn e.

jindasilan@gmail.com

30.05.2016, Yeni Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Buldane şî serdaney Emine Şanyaşare

ad

Li Meclisê daxwaza perwerdehiya bi kurdî nehat qebûlkirin

ad

Li Helebê taxa kurdan hat bombekirin

ad

2016: 7 mîlyon kesî 11 serketiyên Ewropayê diyar kirin

ad

PYD'ê serî li Komîsyona Karûbarên Partiyan da

ad

Henek dibe Genek! Çima?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname