Diyarname
Manchester United ku par bû Şampiyonê Şampiyonan di Lîga Şampiyonên Ewropayê de dîsa derket fînalê.
Maça derketina fînalê ya Kûpaya Lîga Şampiyonan îşev di navbera Arsenal û Manchester United (MU) de hate lîstin. MU'yê bi 3-1 Arsenal têk bir û bi vê yekê derket fînalê.
Golên Mu'yê deqîqeya 8'an de Sung Park, deqîqeya 11 û 61'ê de Cristiano Ronaldo avêt. Tekane gola Arsenalê di deqîqeyan 75'an de Van Persie ji penaltiyê avêt.
Reqîbê MC'yê, tîma duyem a fînalê dê îro diyar bibe. Barselona û Chelsea îro saet 21.45'an de dê li Stada Stamford Bridge bêne hemberî hev û kî bi ser bikeve dê bibe fînalîst.
Maça fînalê ya serdema 2008-09'an a Lîga Şampiyonan dê 27'ê gulanê li Îtalyayê, li Stada Olîmpiyat a Romayê bê lîstin.
Kûpaya Lîga Şampiyonan a par MU'yê bi dest xistibû.