Diyarname
Messi her roj rekorên nû li dîroka xwe ya fûtbolê dike û niha wisa rekorek çêkir ku ne mimkûn e kesek din rabe bişkîne.
Îşev li La Lîgayê maça Barselona û Eibar hebû. Barselonyê bi golên Suarek (dq 19 û 59) û gola Messi tîma Eibar bi 3-0 têk bir. Messi jî bi vê gola ku avêt li La Lîgayê gihîşt 400 golî. Di dîroka La Lîga de ew yekem kes e ku digihîje 400 golî. Piştî wî Ronaldo tê ku di 311 golan de ye ku Ronalo di destpêka serdema Îsal de ji Real MadrÎdê transferê Juventûsê bû.
Messi bi formaya Barselonayê heta niha bi temamî 575 gol avêtine û 224 asîst kirine. Her wiha Messi di maçek din de dê bibe 800 car ku formaya Barselonayê li xwe dike. Wisa dixuye dê kesek din nikaribe vî rekorî ji destê Messi bigire.
Lionel Messi îsal heta aniha 17 gol avêtine ku hem di La Liga hem di lîgên Ewropayê (Îngilistan, Îtalya, ALmanya, Fransa) ên muhîm de herî zêde gol avêtiye.
Berselona bi vê serketinê pûanên xwe derxistin 43'yan û li pêş Atletico Madridê bi 5 pûanan di rêza yekemîn de li pêş e.