Diyarname
Wekîla Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Fatma Kurtalan li ser doza girtina Ak Partî got: "Ev eybeke demokrasiyê ye. Divê girtina partiyan ji rojeva Tirkiyeyê derkeve.
Kurtalan li ser doza girtina li Ak Partî nerazîbûn nîşan da û got; "Ji ber fikrên wê yên siyasî girtina partiyeke eybeke demokrasiyê ye. Divê Tirkiye êdî ji nav ev kirinên derveyî demokrasiyê rizgar bibe. Li Tirkiyeyê her partiya siyasî divê fikrên xwe bi awayekî azad biparêze. Divê bi girtinê re rû bi rû nemîne. Divê girtina partiyan ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Selahattin Demirtaş jî got ku di demokrasiyan de partî ji aliyê gel ve têne girtin û wiha berdewam kir: "Di demokrasiyan de hilbijêr di hilbijartinan de bersiva partiyan dide. Lewre partiyeke sedî 47 deng girtibe, ji nava xwe serokomarekî derxistine girtina wê kêmasiya demokrasiyê nîşan dide. Fikra wê çi dibe bila bibe em li dijî girtina partiyan in."