Diyarname
Di çarçoveya çalakiyên 10 saliya Diyarnameyê de vê carê li Îzmîrê çalakiyek li dar ket. Çalakiya ku ji aliyê Diyarname û Weşanên Nayê ve li navenda Nayê hat lidarxistin de hem panelek hat sazkirin, hem kokteyl çêbû. Edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz, nivîskarê Diyarnameyê Zekî Ozmen, nivîskar Recep Dildar, H.Kovan.Baqî û gelek kesên din jî amade bûn de çalakiyek germ li dar ket.
Panel bi sernavê "Rola înternetê di warê ziman de" li dar ket. Panela ku Berfo Barî bi rê ve bir de endamên Lijneya Şêwrê yên Diyarnameyê Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar (ku di heman demê de xwediyê kovara Kurt Tarîhî ye) wekî axifger beşdar bûn.
Destpêkê Dawûd Rêbiwar axivî û got ku bi sedan salan berê çawa çapxaneyê serdemek nû da destpêkirin înternet jî wisa ye. Înternet dê bibe serdemek çawa emê bibînin lê ji niha de bandor li şoreşan jî dike.
Rêbiwar pêşî qala malperên kurdî ên pêşîn ên wekî Kulîlka Ciwan, Mehname, Amedê û Rojevê kir û hat ser Diyarnameyê û wisa dom kir: "Înternet sînorên em parçe kirine ji holê rakir. Bifikirin me yê ji hevalek parçeyê din nivîsek çawa bixwesta? Bi înternetê re em rojane têkilî bi kurdên Rojava, kurdên Ewropayê re datînin, hev teqîb dikin, bûne wekî malbatek."
Rêbiwar diyar kir ku di salên 2000'î de derxistina kovarek ji aliyê aborî ve zehmet bû û loma kurdan berê xe da înternetê, înternetê di vê hêlê de derfet dida û got: "Lê mixabin hê jî ne weşanxaneyên kurdan, ne bi giştî kurd înternetê baş bikar naynin. Bi têra xwe jê sûde nagirin. Hê jî malperek kurdî a gelek gelek serketî nîn e."
Dûre Cîhan Roj axivî, pêşî bal kişand ser rojevê, diyar kir ku yek ji xirabiya mezin ku serdest li mirovan dikin jî bê moral hiştin e û loma hatina cem hev a îro girîng e. Roj got: "Înternet ronesansa vî zimanê ye" û wisa dom kir: "Berê ziman tenê di destê elîtan de bû bi înternetê re ji destê wan derket ket destê gel. Kurd bi kurdî re rû bi rû man. Êdî her kurdî xwe da ziman. Bi saya înternetê ev ziman dikare berfirehtir bibe."
Roj got ku înternet jî bo me bû qada tecrubeyan û ev yek lê zêde kir: "Înternet bû sebeb ku kurd xwe binasin. Helbet xisarên înternetê jî hene mînak wekî hewcedariya desarjê. Wê rojê tiştek diqewime diruşmek dinivîse û desarj dibe. Bi vî awayî têkiliya me û jiyanê qut dibe."
Roj di yar kir ku agahiyên ansîklopedîk ên li ser kurdan jî di înternetê de kêm in û got: "Em gere di her warê jiyanê de hebin di înternetê de jî û gere em bi çavên cidî li înternet û malperan binêrin. Em serê xwe bi înternetê re, bi ziman re biêşînin ev yek ji bo heyata me muhîm e."