Necîbe Qeredaxî
Başûrê Kurdistanê wekî her du beşên Rojava û Bakur rewşeke girîng û stratejîk deye, 24 sal in ji alî çend partîyên siyasî ve tê birêvebirin ku timî pişta xwe dane derve û xwedî siyaseteke serbixwe û demokratîk nebûne di alî rêvebirî, siyasî, aborî, rewşa niha van gotinên me pişt rast dikin. Li gorî destûrê statûya başûrê Kurdistanê hîna jî di sînorê welatekî fedralî de ye lê bi rêvebirên vê herêmê bi qasî bi dewleta Tirkiye û Îranê re têkelî wan hene bi qasî wî bi Rêvebirên Îraqê re têkelî wan nîn e ku bi xwe şirîkê rêvebiriya navendî ne. Dema bi kirîza aborî jî rû bi rû mane partîyên desthilatdar bi taybetî jî PDK ne tenê xwe berpirsyar nedîtiye timî xwestiye berpirsiyaretî bavêjê ser navendî û timî xwestiye petrolê bi serbixwe bifroşê bê ku hatinên wî eşkere bike, lê dîsan ev kirîza aborî û qaşo serbixwebûna aborî û firotina petrolê ji bo gotareke erzan ya netewperestî û dewletbûnê bikaranîye û gel timî bi vê gotarê xepandiye û xwe ji avakirina sîstemeke demokartîk dûr xistîye; ji wê zêdetir jî bûye asteng pêşîya avabûna sîstemeke demokratîk.
Şerê DAIŞ'ê di nava sal û nîveke de lihevketîbûna vê rêvebirîyê zêdetir raxist berçavan di aliyê aborî, siyasî, rêvebirî, civakî û di serî de jî alî serbazî û parastinê ve.
Kirîza aborî, nedayîna meaşê, koçberbûna dehan hezar kes, windabûna dehan mîlyar dolar ji hatinên petrolê, cezakirina hikumeta herêmê ji alî dadgeha navneteweyî li Londonê bi nêzî 2 mîlyar dolar û her dawî jî bi 11 mîlyar di encama gilîya şirketên Îmaratê, ne parastina gel li Şengalê û anîna Arteşa Tirk bi giştî di nava 24 salên bihorî de encama zihniyeta partîyên siyasî li başurê Kurdistanê nîşan dide.
Piştî sala 2011'an ji ber ne edaletiyê çend caran gel daketin kolanan û bi bûyerên bi xwe bi dawî bûn, dema dawî de ji ber nebûyîna meşaê carêke din mamoste daketin kolanan lê bê ku bersiva wan were dayîn hatin tepisandin û heta li hemberî beşeke din ji partîyên nava hikumetê ku tevgeara Gorran e bikaranîn. Di encamê de bi îdîaya ku ewlekarîya herêmê dixin tehlûke Serokê Perlemenê û 4 wezîrên Gorranê ji erkên wan hatin dûrxistin, lê wekî tiştek tune be tevgeriyan. Ji bilî hin daxuyanî û hevdîtinên bê encam tu tiştek ji bo sererastkirina rewşê nehat kirin.
Gel bi sebir tevgeriya û ji partiyên din berpirsiyartir helwest nîşan da ji ber di gel herî zêde dizane ku destkeftinên hatine bidest xistin keda ne û divê biparêzin lê gelê din ji rewşê razî ne? Meş, xwepişandan û aloziyên ji sala 2011'an û şûn ve bê guman nîşana bersiva, nexêr e. Gel ji vê rewşa dubare û nelirêtî û ne edaletiyê bêzar e, lê bêzariya gel hîna jî nehatiye rêxistinkirin.
Di encama siyaseta van partiyên siyasî aborîya gel, keda karkeran, çandinî, jîyana komunal serûbin bûye, her kes benda meaşê ye, lê ew jî nîn e. Desthiladarên herêmê dibêjin meaş nîn e lê sedema wî jî nabêjin û gel jî tenê peyva nelirêtiyê dubare dike, dizane nelirêtî heye lê çawa û ji bo çi, nezane.
Herêmeke dewlemend bi petrol, gaz, av û zeviyên çandinî lê piranî gel di tunebûn û xizanî de digewzê, hemû pêdivîyên rojane ji derve tên bi taybet ji Îran û Tirkiye, herêm ji bo pêdivîya herî piçûk mihtacê derve hatîye hiştin û siyaseteke birçî kirin tê bi rê ve birin.
Li dora partiyên desthilatdar grûbeke rantxwir û medyayeke heye ku bi pereyên petrolê rojane gel bi agahiyên derew û berovajîkirî bombebaran dike û tenê karê wan nixumandina rastiyan e. Grûbeke dewlemend her diçe dewlemend dibe û bi mijokdariya qûtê gel jî têr nabin.
Gel ji bo vekirina fabrîkeye herî biçûk û avakirina derfetê herî kêm ya aborî gel, partîyên desthilatdar ne tenê rê nadin lê ji bo her projeyeke pêşkêş bike ji bo îznê bigirin şertê ku divê bibin şirîk didin pêşiya wan. Di nava partîyên de siyasî de grûbeke biçûk biyarê pêşî û dawî li ser hertişî didin. Ev grûb sûdmendê herî mezin û di encamê de wan, gel û herkes jî zirarê mezin dikin.
Di şûna guhdayîna gel, van partiyên siyasî ya desthilatdar hêzên xwe ya çekdar û qaşo asayîş ji bo tepisandina gel bikartînin, sazîya wan ya îstîxbaratê ne ji bo parastina ewlekarîya netewîey lê ji bo parastina grûbeke biçûk û malbatê bikartînin. Di avakirina siyseteke demokratîk de binketine û tevahî pişta xwe dane dagirkeran. Bala xwe bidin Serokê PDK M.Barzanî dema diçe Tirkiye ji bo hevdîtinê haya kesêkî ji partîyên din nîn e, ne tenê nîn e piştî rojêkî bi çûyîna wî Arteşa Tirk bi hêzeke mezin tê başûrê Kurdistanê dagir dike, ev nîşan bi tevahî binketina pêvajoya siyasî ya Başûr û partîyên desthilatdarê ye, bi taybet ya PDK. Ev rewş xwe zelalkirinê ye lê pirsa herî girîng ew e ku partîyên din çi dikin û siyaseta wan çi ye, gelo hîna jî pey kursî, meqam û berjewendiyên teng baz bidin an jî di vê serbûn bûna herêmê de bibin xwedî siyaseteke cuda. Niha her kes dipirse gelo alternatîf çî ye? Mamosteke zanîngehê bi navê Dr Kameran Mentik ev rewş wekî rojên pêşiya bahozeke mezin ya guhartinê dibîne. Gel hêviya pêşengane ji bo avakirina elternatîfeke nû lê wê kengê û çawa?
15.12.2015, Yeni Ozgur Polîtîka