Amed
Weqfa Tahir Elçî îsal yekemîn car Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê dide. Weqfê biryar da ku vê xelatê diyarî Jîna Emînî ku ji aliyê rejima Îranê ve hate kuştin ve bikin.
Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî roja 28’ê sermaweza 2015’an li Sûra Amedê hat kuştin. Ji bo bîranîna wî îsal çend çalakî hatin li dar xistin û îro jî li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê merasima xelatdayîna Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî hebû. Weqfa Tahir Elçî ku îsal yekemîn car vê xelatê dideb Jina Elçî Turkan Elçî wisa got, “Me biryar da xelata yekemîn bidin Jîna Emînî. Em dijî her cure şîdetê ne. Ji ber vê yekê me ev biryar girt. Em xemgîn in ku em xelatê didin bûyereke wisa xemgîn. Em ligel bi hezaran jinên Îranê û Afganistanê ne. Hestên me ligel wan in.”
Xelatê ji bo bigihînin malbata Jîna Emînî dê bişînin. Piştî axaftinan Orkestraya Ma Musicê stranên xwe pêşkêş kirin.