Diyarname
BEKSAV di 14 saliya xwe de dê lîstika "Ji bo biratiya gelan 100 deqîqe lîstik" bilîze.
BEKSAV li Stenbolê di warê, şano, wêje, sînema, lîstikên gel, dersên cur bi cur de xebatên xwe didomîne. BEKSAV ku di 22'yê vê mehê saet 19.30'yan de li Halk Egitim Merkezî ya Kadikoyê dê salvegera xwe pîroz bike, di heman demê de tevî gelek komên şanoyê lîstikeke amade kiriye. Lîstik her yek 5 reqîqe û bi zimanên kurdî, ermenî, tirkî, rumî, lazî, erebî bê lîstin.
Ev komên şanoyê dê bi lîstikên xwe beşdar bibin: Tiyatro İmge, Yenikapi Tiyatrosu, Tiyatro Arin, Levent Uzumcu, Yildiray Şahinler, Mahmut Gokgoz, Turan Ozdemir, Bahtiyar Engin, Mosakkale Tiyatrosu, Hayal Oyuncagi, Teatra Avesta, Alegori Dans Tiyatrosu, Tiyatro Bogaziçi, Ada Dans Tiyatrosu, Destar-Theatre, Koşebaşı Tiyatro Toplulugu, Tiyatro Fabrikasi, Alternatif Sanat Oyunculari.