Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji bo serdema 2019-2020 ya lîgên fûtbolê yên Tirkiyeyê bername eşkere kir. Li gor TFF'ê serdema fûtbolê ya Super Lîg û Lîga 1'emîn dê roja 16'ê gulawêja 2019'an dest pê mbike û 17'ê gulana 2020'an bi dawî bibe.
Li Tirkiyeyê Super Lîg koma herî bilind e û dûre Lîga 1'em, 2'yem û 3'yem tê. Ev lîg wekî lîgên profesyonel têne qebûlkirin û paşê lîgên amator tên.
Maçên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn dê roja 1'ê rezbera 2019'an dest pê bikin û 25'ê avrêla 2020'an de bi dawî bibin. Di serî de Amed Spor, Diyarbekir, Wan BB, Batman Petrol û tîmên din ên bajarên kurdan di van lîgan de dilîzin.
Niha li Tirkiyeyê serdema lîgan a 2018-2019'an didome. Di Super Lîgê de maçên hefteya 31'ê têne lîstin.