Dizgûnê DEWRÊŞ
Çend roj berê ku min û dosta hêja Fatma Savci li ser netê silav da hev ew, bi nivîsekê re mijûl bû. Ku min xwest bixwînim xatirê min neşikand ji min re bi rê kir.
Nivîseke gelek delal bû; û tê de nirxên hêja hebûn. Ji wê wêdetir jî, bi realîstî hatibû nivîsandin. Mijar di derbarê “Destûra Pirjinî” ku Nûnergeha (Parlamen)a Herêma Federal ya Kurdistanê ku pejirandibû de bû.
Wekî ku di bîra we de ye ku çendekî berê Nunergeha Herêma Kurdistana Federal qanûnek nû erê kir ku mêr, li wê herêmê û li gorî şerîata îslamê bikanin bizewicin!
Û ev qanûna “hêja” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû pejirandin.
Bi baweriya min ji ber vê qanûnê bereket li ser Kurdistana Federal de biber e. Ez ji vir ve dibînim ku hûnê bibêjin heyran ew mirova dîn e; û hem jî zir dîn!
Kuro ma çi eleqe bi qanûn û bereketê heye?
- Na Na!
Çawa! Gelek eleqe pê re heye.
Di Qur’anê de dihat e gotin ku "jina we, zeviya we ye çi dixwazin biçinin"
Wekîllên parlamentoyê jî ji ber dildariya bi misilmanî “qanûna pirjînî” erê kirin!
Gelek gelek pîroz be li vî welatê mezin.
Bi vê destûrê êdî mêrek dikare heya çar jinan (hûn keçikên bedew fêm bikin) li xwe mar bike, pênc jî, cariyeyê jî ÎCAR yan jî ÎPOTEK bike.
Çend porkejikan jî bi DALLIRan (ev gotina ciwan, navê pareyê birayê mezin Amerîkayê ye û mêrên kurd gelekî rast û wekî xwendina diayan bilêv dikin) û bi hûrê gewre har bikin!
Êêê… eva jî tê mana zêde zevî!
Xwedê dîsa bi destê mêran girtiye xuya ye.
Jin?
Ma çi qeda bi jinan ketiye!
Mêr bi destên wan digirin ya!
Em vegerin Bereketê.
Em dîsa vegerin ser hevoka Qurana pîroz ku me li jor dabû diyar kirin û mêrên kurd yên ji herêma Federal a Kurdistanê, jî bi dildarî xwestin vê emra pîroz li welatê xwe bicih bikin.
Pêşî bifikirin ku Xwedê teala ku jin şibandiye zeviyê kêfa wan gelekî hat. Belê ew dihate wê wateyê ku: “Dive em mêr, bi gelek cure rênçberî yan jî cotkarî re mijûl bibin.”
Yanê camêran nedixwestin heya dawiya temenê xwe bi ‘teamkê’ jiyanê li xwe bikin deşteke tazî û tisî.
Loma jî bêbextî li xwe nekirin û qanûneke wisa amade kirin û pejirandin ku, hê li jiyanê bihuşt bi ‘dallir’ên neftê, bi gilmanê afrîkîû bi horiyên kurd (hindek jî sparîşên ji Ewropayê) ava kirin.
Herhal di dema rûxandina rejîma Baasê di axaftinên xwe de soz dabûn gel ku ji wan re welat bikin bihuşt!
Xwedê ji wan razî be soza xwe li erdê nehiştin û bi peyva herî zêde ku ji nav lêvên wan difire “cîbicîkirdin”. Bihuşt amade ye de kerem kin!
Tirseke min heye nizanim ji van camêran pirs bikim yan nekim?
Pirsê nekim çêtir e ji wan.
Ez vê pirsê ji we re bikim wekî meraqa dilê xwe. Ma hûn jî wekî min qet li ser vê fikirîn bihuşta wê dinyayê, di bin fermana Xwedê teala de ye û ew li wir namîne; gelo ya me di bin per û baskên kê de ye?
……
Emaaan de dev ji meraqa min berdin!
Ceneta me gelek xweş e, mêrê simbelboq têde haş e!
De bajo mêro ma tu nabînî ku pêşiya te kaş e!!!