Diyarname
Galaya fîlmê Yeşîm Ustaoglu "Pandora'nin Kutusu" li dar ket û fîlm sibê dikeve vîzyonê.
Derhêner Yeşim Ustaoglu heta niha bi fîlmên xwe "Guneşe Yolculuk", "Bulutlari Beklerken" bal kişandibû ser mijarên civakî, vê carê bi "Pandora'nin Kutusu" (Qutiya Pandorayê) balê dikişîne ser mijareke din a civakî: Alzheimer. Tsilla Chelton, Derya Alabora, Ovul Avkiran, Onur Unsal û Osman Sonant serlîstikvaniya fîlm kiriye.
Ji bo galaya fîlm li Sînemaya Emekê ya Beyogluya Stenbolê şeveke hate li dar xistin. Şeva galayê ku pêşkêşvaniya wê Alin Taşçiyan kir, derhêner Yeşim Ustaoglu, senarîst Sema Kaygusuz, lîstikvan Derya Alabora, Ovul Avkiran, Onur Unsal, Osman Sonant, sazkar Serkan Çakarer û Muhammet Çakiral lê amade bûn.
Ustaoglu gotina "Pêşî ez sipasî ji bo malbata xwe û Fethi Naci dikim ku bûn sedem ez tişteke wisa bikişînim" û wisa berdewam kir: "Ez sipasî i bo hemû lîstikvanan dikim. Lîstikvana me Tsilla Chelton miroveke taybet e, ez serbilind im ku ez bi kesek wekî wê re xebitîm. Gelek sipas Tsilla!"
Lîstikvana fransiz Tsilla Chelton a 90 salî ku di serlîstikvaniyê de lîst lê ji ber nexweşiya xwe nekarî bê galayê peyameke şand. Chelton di peyama xwe de wisa got: "Berî her tiştî kişandina vî fîlmî ji bo min zewq û kêfxweşiyek bû; ji ber ku bi saya fîlm min bajarek û welatek xweşik dît. Ez hêvî dikim bi qasî min û bi qasî juriya Festîvala San Sebastianê ku layiqê xelatê dît hûnê jî jê hez bikin."
Fîlm
ê ku heta niha di Festîvala Fîlman a San Sebastianê de "Xelata Lîstikvana Herî Serketî" (Tsilla Chelton), li Festîvala Fîlman a Antalyayê de "Xelata Lîstikvana Duyem a Herî Serketî" (Ovul Avkiran) û li Festîvala Fîlman a Amiensê "Xelata Lîstikvana Herî Serketî " (Tsilla Chelton) girtiye roja 23'yê mehê dikeve vîzyonê.
Di fîlm de çîroka du xwişk û birayeke heye ku rojekê dibihîzin diya wan winda bûye. Ew ji bo dîtina diya xwe ber bi navçeyeke Karadenîzê ve dikevin rê. Di rêwîtiyê de pevçûnên nava wan xwe didin der, dûre nexweşiya diya wan a Alzheimerê. Piştî ku ew hîn dibin ku diya wan bi Alzheimerê ketiye vê carê xwe dikişînin ber lêpirsînê. Qutiya Pandorayê hêdî hêdî vedibe û têkiliya pîrê û neviyê wê vê carê xwe dide der.
Senaryoya fîlm Ustaoğlu tevî Sema Kaygusuz nivîsandiye. Ustaoglu li ser fîlm wisa dibêje: "Fîlm rewşe mirovan carinan bi awayekî îronîk, carinan bi zimanekî xemgîn, bi ser ehlaqê çîna navîn re bi awayekî bandorker pêşkêş dike."