Cemil Oguz
Belê Amîdakurd nûçeya min bikar aniye lê ji dêvla navê min navê xwe nivîsandiye.
Ji roja ku Diyarname vebûye de ez ji diziya nûçeyan aciz im. Her nûçeyên me têne dizîn.
Pêşî gotineke: Taybetiya Diyarnameyê ji gelek malperên kurdan ên din ev e: Em raste rast xwe digihînin çavkaniya nûçeyê, em ji wir agahiyan digirin û nûçeyê çêdikin. Em wekî gelek malperên kurdan li ber maseya xwe rûniştî, ji vir de û wir de agahiyan berhev nakin û nûçeyê çênakin. Dema em nûçeyê ji ciheke bigirin jî em miheqeq çavkaniya wê diyar dikin.
Digel vê yekê jî, nûçeyên me carinan têne bikarananîn lê navê me nayê bikaranîn. (Helbet malperên me yên ku nûçeyên me bikar tînin û Diyarname wekî çavkanî nîşan didin hene, divê wisa be û em sipasiya xwe ji bo wan pêşkêş dikin.)
Îro mijara me malpera Amîdakurd e.
Pirtûkeke girîng ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket: "Hînker".
Min nûçe çêkir û weşand di Diyarnameyê de. Heman nûçe min wergerand tirkî û pêşkêşî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) kir. Ajansê di 3'yê vê mehê de weşand, bi navê min.
Min heman rojê li malpera Amidakurd mêze kir, malperê nûçeya min a dirêj girtiye jê çend paragraf wergerandiye û di malperê de weşandiye. Di binî de jî wisa gotiye:
Çavkanî: ANF News Agency
Werger: mfa / Amîda Kurd
Bifikirin, nûçeyeke di malpere kurd de, bi kurdî heye hûn nagirin naweşînin (bila, ev ne xema min e), lê hûn nûçeya ku ji çavkaniya kurdî derketiye ji ajanseke bi tirkî digirin, bi kurtahî werdigerînin û di malpera xwe de diweşînin. Bila biweşînin, lê mafê Amîdakurd nîn e nûçeya min bi navê xwe biweşîne.
Amîdakurd berê jî wisa kiribû.
Helbet dadgehên me nîn in em mafê xwe li wê derê biparêzin. Lê dadgehên me wijdanê me bi xwe ye.
Nizanim wijdanê Amîdakurd (û yê MFA'yê; ji ber ku wî wisa nivîsiye) çawa debar dike ku navê nûçegehînan nenivîse, lê navê xwe di bin nûçeyê de wekî werger binivîse.
Bifikirin dema hûn ji zimanekî din berhemeke wergerînin hûn navê xwediyê/a berhemê nanivîsin? Hûn tenê navê wergêr dinivîsin?
Di weşanekê de şaşî hebe/in ew şaşî di bin berpirsiyariya edîtorê/a weşanê de ye. Di weşanên me kurdan de, ji ber ku dadgehên me nîn in, wekî berpirsiyariyekê nivîskarên weşanê divê di heman demê de wekî dadgeran, wekî ombudsmanan li hemberî şaşiyan derkevin.
Em bibêjin Diyarnameyê mafê kesekî xwaribe, şaşiyeke kiribe divê nivîskarên Diyarnameyê li hemberî vê yekê derkevin. Ji ber ku Diyarname çiqas bi qelîte be, çiqas hurmetkarê mafan be, ew qas qîmeta wê û qîmeta nivîskarên wê jî bilind dibe. Ev yek ji bo malperên din jî derbas dibe.
Û dema malpereke mafê kesekî/e binpê bike, ew nivîskar ji ber ku piştgirî didin malperê bi nivîsên xwe, ew jî dikevin bin bar.
Ez hêvî dikim ne Amîdakurd ne jî weşanên din êdî dê nûçeyên min (yên me) bê çavkanî bikar neynin.
**
Vaye lînka nûçeyan: